Zextên li ser girtiyên jin ên Amedê

  • 16:17 18 Çile 2023
  • Rojane
 
AMED - Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê zextên li ser girtiyan zêde bûn, malzemeyên wan ên jiyanî hatin desteserkirin.
 
Her roj binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li dijî girtiyan zêde dibin. Li gorî agahiyan li Girtîgeha Jinan a Amedê, bi hatina midûrê nû yê girtîgehê re pirsgirêk zêde bûne.
 
Di lêgerîna ku di 17'ê çileyê de li odeya girtiyên siyasî hat kirin de, hat diyarkirin ku beteniyên ku rêveberiya girtîgehê dane girtiyan, hatine desteserkirin. Her wiha ji aliyê girtiyan ve hat ragihandin ku pergala germkirinê jî di hîn saetan de hatiye girtin û gelek malzemeyên jiyanî yên di nava rojê de tên bikaranîn hatine desteserkirin.