Jinên HDP'yî gund bi gund qala tecrîd û pêvajoyê kirin

  • 15:37 18 Çile 2023
  • Rojane
 
ÊLIH - Parlamenter û rêveberên HDP’ê li gundên Êlihê serdana xelkê gundan kirin û behsa tecrîda li Îmraliyê û geşedanên di rojevê de kirin. Jinan li vir gotin:"Kes nikare serê me bitewîne."
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Êlihê li bajaroka Kaniyahenê û gundên derdora wê yên bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve serdana xelkê gundan kirin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci û rêveberên HDP’ê di nav de li gundan serdana xelkê kirin. Şandeya HDP’ê li hemû gundan bi coş û kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Şandeya HDP’ê di serdana gundan de behsa tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, krîza aborî û rojeva hilbijartinê kirin. 
 
‘Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan berdewam dike’ 
 
Xelkê gundan bi flamayên kesk, sor û zer pêşwazî li şandeya HDP’ê kirin. Parlamenter Feleknas Ûca di serdana gundan de axivî û wiha got: “Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan berdewam dike. Bi sîlehên qedexekirî êrişî kurdan dikin û kurdan dikujin. Li dijî gelê kurd îşkence, talan û qetlîam pêk tên. Em ê di serî de li dijî tecrîdê û hemû êrişan li ber xwe bidin û têbikoşin. Em ê bi berxwedana xwe bi ser bikevin.” 
 
‘Kes nikare serê me bitewîne’
 
Şêniya gundê Zîlanê Safiya Kaya ku pêşwazî li şandeya HDP’ê kir wiha axivî: “Kes nikare pereyê me qut bike. Pereyê me besî me ye. Em serbilind in. Em kurd in. Kes nikare serê me bitewîne. Heya ku em sax bin û em li dinyayê bin û dilopek xwîn di canê me de hebe, em ev in.” 
 
Serdana şandeyê ya li gundan bi coş û eleqeyek mezin bi dawî bû.