Doza Ayşe Gokkan bi hinceta pirsgirêka SEGBÎS'ê hat taloqkirin

  • 14:58 18 Çile 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Danişîna doza ku Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan bi SEGBÎS'ê hat tevlikirin, bi hinceta pirsgirêkên girêdanê taloqî 30'ê Çile hat kirin.
 
Piştî ku 30 sal cezayê di sala 2021'ê de li Berdevka Demmê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) yê Ayşe Gokkan hat birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat betalkirin, daneşîna doza ku ji nû de hat destpêkirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.  Ayşe bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli danişînê bû, parêzerên wê Ozûm Vurgun û Gozde Engîn jî li salona dadgehê amade bûn.
 
Ayşe ya ku xwest li pêşberî tercumanek kurdî parastina xwe bike, ji ber pirsgirêka guhê xwe û pirsgirêka SEGBÎS'ê nikaribû parastinê bike.
 
Parêzerên wê jî ji ber pirsgirêkên ku derketine xwestin Ayşe bînin danişînê. Dadgehê jî biryar da ku di danişîna pêş de Ayşe li salona dadgehê amade bibe û danişîn taloqî 30'ê Çileyê kir.