Şeş meh ceza li rojnameger Dîcle Muftuoglu hat birîn

  • 14:48 18 Çile 2023
  • Hiqûq
 
WAN - Rojnamevan Azîz Orûç ê ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû wî hedef nîşan dabû, ji doza dihat darizandin beraet kir. Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û 4 kesên din ji heman dozê dihatin darizandin li her yekê 6 meh ceza hat birîn. 
 
Rojnameger Azîz Orûç di 11’ê kanûna 2019’an de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê hatibû girtin û piştre hatibû tehliyekirin. Li gel Azîz, Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Mufutoglû, Muhammet Îkram Muftuoglû û Hevserokê HDP’a Bazîdê yê berê Abdullah Ekelek jî di nav de bi giştî 6 kes dihatin darizandin. Danişîna biryarê ya dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê hat lidarxistin. Azîz ê ji dozek din girtî ye ji Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind bi SEGBÎS’ê û Dîcle jî ji Dadgeha Amedê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. 
 
Parêzerên dozê jî di danişînê de amade bûn. Dîcle û Azîz xwestin bên beraetkirin. 
 
Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û derbarê Azîz de ji sûcê “endamtiya rêxistinê” biryara beraetê û ji sûcê “propaganda rêxistinê” ji ber dubare bûye red kir da. Dadgehê li Dîcle Muftoglû, Muhammed Îkram Muftoglû, Abdullah Ekelek, Turgay Îlboga û Yucel Îlhan bi îdiaya “piştgiriya sûcdar” li her yekê 6 meh cezayê hefsê birî. 
 
Dadgehê biryar da hukmê cezayê biriye paşê were eşkerekirin. 
 
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, dema Azîz Orûç li Bazîdê hatibû binçavkirin, hedef nîşan dabû û wî wek “terorîst” eşkere kiribû.