Ji ber erdheja li ser sînorê Rojhilat herî kêm 20 kes birîndar bûn

  • 14:19 18 Çile 2023
  • Rojane
WAN - Di encama erdheja li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 20 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku li 15 gundan ziyanên madî çêbûn. 
 
L bajarê Xoy ê rojhilatê Kurdistanê ku li ser sînorê Wanê ye, bi pileya 5.9’an erdhej çêbû. Di encama erdhejê de herî kêm 20 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku li 15 gundan ziyanên madî çêbûn. 
 
Erdhej saet derdora 13.38’an de çêbû. Ji ber erdhejê bajarên Wan, Îdir û Colemêrgê jî hejiyan.