Dayika Pinar Gultekîn, Şefîka beraet kir

  • 14:16 18 Çile 2023
  • Hiqûq
MUGLA - Kujerê Pinar Gultekîn, Cemal Metîn Avci bi îdiaya “Gef û heqaretê” doz li dayika Gultekîn, Şefîka Gultekîn vekiribû. Dayika Pinar Gultekîn, Şefîka di dozê de beraet kir. 
 
Di 16’ê tîrmeha sala 2020’an de li Muglayê ji xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn agahî nehatibûn girtin û di 21’ê tîrmehê de derket holê ku ji hêla Cemal Metîn Avci ve bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. Cemal Metîn Avci piştî cînayetê hatibû girtin. Di 11’emîn danişîna doza kujer Cemal û xizmên wî de kujer Avci bi îdiaya ku dayika Gultekîn, Şefîka Gultekîn “Gef û heqaret” kirine gilî kiribû. Danişîna ewil a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Muglayê hate lidarxistin. Parêzerên aliyan tev li danişînê bûn. Şandeya dadgehê ji bo Şefîka Gultekîn biryara beraetê da.