DTSO bi gelek rojnamegeran re hat li cem hevdû

  • 13:00 18 Çile 2023
  • Rojane
 
AMED - DTSO, bi gelek rojnamegeran re hat li cem hevdû. Seroka Meclîsê Nevîn Îl, destnîşan kir ku ew ji bo jin û zarokan xebatên xwe dimeşînin û got: “Ger îstîhdama jinê tunebe jiyan jî nîne. Di nava civakê de wekhewî bi têkoşîna jinê pêk hat."  
 
Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO), li Otela Plazayê bi taştê re bi rojnamevanan re hevdîtin pêk anî. Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat û gelek rojnameger tevlî bernameyê bûn.
 
 Ji bo kurdî bangawazî
 
Di destpêkê de Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya axivî. Mehmet, destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xebat û projeyên ku meşandine û anî ziman ku ew xebatên wan dê demên pêş de jî bê navber bidome. Mehmet, bal kişand ser hilbijartina dersên hilbijarî ya kurdî û wiha got: “Sala borî ji bo waneya hilbijarî ya kurdî me kampanyeyekî dabû destpêkirin. Bi taybetî komeleyên me yên ziman û partiyên me yên Kurdistanî li ser vê yekê xebat meşandibûn. Wek DTSO me vê yekê piştgûh nekir û me jî ji bo ziman kampa dabû destpêkirin. Ji bo waneya hilbijarî ya kurdî wek diyarî ji bo zarokên me yên ku bi kurdî kompozîsyon nivîs nivîsîn me tablet belav kir. Nêzî 130 zarok kompozîsyonên ku nivîsandin gihandin me û me jî tablet diyariyê wan kir. Dîroka hilbijartina waneyan dirêjî 10’ê sibatê hat kirin. Em bang hem malbat û hem jî zarokan dikin ku waneyên bi zimanê xwe hilbijêrin. Ev mafê wan ê demokratîke ku dikarin hilbijêrin. Ji bo ku ev tişt pêk bê divê em zimanê xwe ji bîr nekin û li her derê bi zimanê xwe biaxivin. Lewra jî xebatên me dê berdewam bikin. Divê hemû kes piştgiriyê bide vê yekê.”
 
‘Ji bo jin û ciwanan xebatan dimeşînin’
 
Piştre Seroka Meclîsê ya DTSO’yê Nevîn Îl axivî. Nevîn jî destnîşan kir ku ji bo jin û ciwanan li pêşiya wan gelek proje hene û xebatên xwe didomînin. Nevîn, da zanîn ku ew dixwazin jin û ciwanan tevlî civakê bikin û ji ber vê yekê xebatên xwe bênavber didomînin.
 
‘Hejmara tevlîbûna jinan zêde bû’
 
Nevîn, bi lêv kir ku ew ji bo jinan bi taybetî xebatan dimeşînin û wiha pê de çû: “Çapemeniyê piştgiriyek mezin da me. Dema ku em hatin li ser kar 4 endamên me yên jin hebûn. Ji van du kes endamên meclîsê bûn û du jî endamên kometeyê bûn. Di salên 2018-2019’an de xebatên ku me meşand de bi gelek jinên ciwan û xebatkar re ketin nava tevgerê û nîqaşan kirin. Di 2019’an de me meclîsa xwe ya jinê ava kir. Hejmara me gihîşt hezar 900’î. Di tevlîbûna jinan de hejmar gelek zêde bû.”
 
‘Ger jin nebe jiyan jî nîne’
 
Nevîn, di dawiya axaftina xwe de got hejmara wan niha nêzî çar hezar e û ji van 2 hezar jin bi awayek çalak dixebitin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger jin li jiyanê tunebe ew alî jî tuneye. Ger îstîhdama jinê tunebe jiyan jî nîne. Em bi têkoşîna jinê hatin cihê ku em di wekheviya zayendî ya civakî de ne. Çîroka me bi çar kesî dest pê kir, piştî çar salan şûnde bi 42 kesî re berdewam dike. Em hêvî dikin ku ji bo wekheviya zayendî ya civakî di hemû sazî û destgehan de jî pêk were.”
 
Bername, bi pirsên rojnamegeran bi dawî bû.