Civîna salane ya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser dest pê kir
- 12:49 18 Çile 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Civîna salane ya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. Tê payîn ku geşedanên siyasî yên li Sûriyeyê û li qada navneteweyî werin nîqaşkirin, raporên salane bên xwendin, xebat û astengiyên di sala borî de li pêşiya meclisê derketine, bên nîqaşkirin û plansaziya îsal bê derxistin.
Endamên Meclisa Giştî, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser, nûnerên Meclisê, seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û endamên Meclisa Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûiyeyê beşdarî civînê bûne.
Civîn li avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê tê lidarxistin. Tê payîn ku geşedanên siyasî yên li Sûriyeyê û li qada navneteweyî werin nîqaşkirin, raporên salane bên xwendin, xebat û astengiyên di sala borî de li pêşiya meclisê derketine, bên nîqaşkirin û plansaziya îsal bê derxistin.
Her wiha wê endamtiya endamên nû yên meclisên zagonsaz ên rêveberiyên sivîl bixin dengdanê. Civîn dê bi biryar û planên ji bo îsal bi bawî bibe.