Mêrê li Semsûrê zarokek revand hat binçavkirin

  • 12:25 18 Çile 2023
  • Rojane
 
SEMSÛR – Kesê bi navê Servet Aslan ku zaroka 4 salî ya bi navê H.O. a ji Kobanê revandibû, hat binçavkirin. 
 
Duh di saetên nîvro de dema zaroka bi navê H.O. ya 4 salî ku ji Kobanê ye li Taxa Hayrettîn Paşa ya Semsûrê li pêşiya mala xwe dilîst, ji hêla kesê bi navê Servet Aslan ve hate revandin. Servet, tevî zarok hate binçavkirin. Hat zanîn ku faîl li Semsûrê boyaxkeriyê dike û nû ji girtîgehê derketiye. Malbata H.O. ji bo ku zaroka xwe wergire çû qereqolê. 
 
Malbat 8 sal berê ji Kobanê koçî Semsûrê bû. Malbatê, dîmenên kêliya revandina zaroka xwe li ser medyaya dîjîtal parve kir û serî li polîsan da. Di dîmenên kamerayan de xuya dibe ku Aslan ê derdora 35-40 salî ji ewilî diçe cem zarokê û pê re diaxive. Piştre jî dest dirêjî zarokê dike, bi destê wê digire û direvîne.