Doza OHD û TUHAD-FED’ê hat taloqkirin

  • 12:21 18 Çile 2023
  • Hiqûq
 
STENBOL - Danişîna doza endam û rêveberên OHD’ê û TUHAD-FED’ê bi hêceta ku şahid nayên dîtin, hat taloqkirin. Parêzer Serhat Çakmak pirsa “şahidan” kir û got di danişînek berê de biryar hatibû dayîn bînin danişînê. 
 
Derarê 49 endam û rêveberên Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ku bi KHK’ê hatibûn girtin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” doz hatiye vekirin û tên darizandin. Danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. 
 
Parêzerên tên darizandin Ayşe Aciniklî, Ramazan Demîr, endamên TUHAD-FED’ê Recep Belek û Hidir Mayda û her wiha parêzerên wan Serhat Çakmak, Ferat Bogatekîn û gelek kes tev li danişînê bûn. 
 
Parêzer Serhat Çakmak pirsa “şahidan” kir û got di danişînek berê de biryar hatibû dayîn bînin danişînê. 
 
Dadgehê diyar kir ku şahid nehatine dîtin û ji ber vê yekê ew neçarin danişînê taloq bikin û dozger jî xwest kêmasiyên di dosyeyê de temam bibin. 
 
Dadgehê biryar da ji bo şahid Hakan Îlhan were guhdarîkirin, sepana kontrola edlî bê rakirin û danişînê taloqî 24’ê adarê kir.