Filiz Aydın, li gel Mîr Perwer hat definkirin
- 10:33 18 Çile 2023
- Rojane
WAN - Fîlîz Aydin a ku li nexweşxaneyê dihat dermankrin û jiyana xwe ji dest da, li cem lawê xwe yê hat qetilkirin Mîr Perwer hat definkirin.
Dayika Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) ê ku di 23'yê Kanûna 2022'yan de li Komeleya Ahmet Kaya a li Parîsê li gel endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî) û Ahmet Kizil hat qetilkirin Fîlîz Aydin ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Hat diyarkirin ku Fîlîzê ji ber enfeksiyonê dihat dermankirin û piştî ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da li goristana Ewran a li Mûşê li cem lawê xwe yê hat qetilkirin Mîr Perwer hat definkirin.