ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2023'YAN

  • 09:00 18 Çile 2023
  • Rojev
 
*Seroka Desteya Karsazên Jin a TOBB’ê Zulal Koç, têkildarî bandora qeyrana aborî ya li ser jinê û xebatên xwe de axivî û anî ziman ku ji qeyranê herî zêde jin bandor dibin. Zulal, diyar kir ku ji bo keda jinê bê dîtin û her wiha ji bo zêdekirina qadên îstîhdamê ya jinan projeyên cuda hatine amadekirin.  BI DÎMEN 
 
*Rêvebira Tevgera Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Hilala Zêrîn Fewaz Muhamed got: "Jin li Hilala Zêrîn xwe bi rê xistin dikin û li dijî êrişên dagirkeriyê dibin çeka herî bi hêz."  BI DÎMEN 
 
*Hevseroka HDP’ê ya navçeya Cizîrê Zîlan Ecevît bal kişand ser Peymana Stenbolê ya ku hat fesihkirin û destnîşan kir ku biryarên li dijî Peymana Stenbolê siyasî ne û got: “Bi betalkirina Peymana Stenbolê û nîqaşkirina qanûna tûrbanê tê xwestin di nav jinan de parçebûyînek pêk bînin.” DÎMEN HEYE
 
*Endama Lijneya Rêveberiya OHD’a Stenbolê Elîf Taşdogen ku ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serlêdan kir, diyar kir ku hemû serlêdanên hatine kirin tune hatine hesibandin û wiha got: “Bidawîkirina tecrîdê tê wateya ku tecrîda li ser civakê jî bê bidawîkirin.” DÎMEN HEYE