Doza gumanbarê ku Yagmur qetil kir hat taloqkirin

  • 19:13 17 Çile 2023
  • Hiqûq
AYDIN –  Doza Nîzam Cansizlar ku Yagmur Taylan qetil kiribû, ji ber rapora ji ATK’ê der barê ku hişê wî li serî ye an na, nehatiye, hat taloqkirin.
 
Li Dîdîm a Aydinê di 27’ê Tîrmeha 2021’ê de mêrê bi navê Nîzam Cansizlar (54), Yagmur Tayhan a 16 salî qetil kir. Duyemîn runiştina Nîzam Cansizlar li 2’emîn Dadgeha Ceza Giran hat dîtin.  Gumanbar ku girtiye tevli runiştinê nebû. Malbata Yagmur Taylan û parêzerên aliyan amade bûn. Gelek rêxistinên jinan doz şopandin.
 
Ji ber rapora ji ATK’ê hatibû xwestin ya der barê tenduristiya mêjî de, nehatibû doz taloqî 23’ê Sibata 2023’an hat kirin. 
 
Parêzer Zekiye Baran der barê mijarê de wiha got: “Em ê hem dozê bişopînin hem jî ligel malbatê bin.”