Doza hevşaredar Gulistan û Niluferê hat taloqkirin

  • 15:52 17 Çile 2023
  • Hiqûq
 
 
MÊRDÎN - Danişina doza Hevşaredara Qoserê Nilufer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu hat taloqkirin. Dozger xwest ji “endamtiya rêxistinê” her du hevşaredar werin cezakirin. 
 
Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî şaredariya Qoserê û Stewrê yên navçeyên Mêrdînê hatibû kirin. Hevşaredara Qoserê Nilufer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu piştî qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin, hatibûn girtin û piştre hatibûn berdan. Her du hevşaredar negirtî tên darizandin. Danişîna 11’emîn a doza hevşaredaran li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Hevşaredar tev li danişînê nebûn û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. 
 
Dozger xwest ji “endamtiya rêxistinê” her du hevşaredar werin cezakirin. 
 
Parêzeran parastina miwekîlên xwe kirin û îdiayên li ser miwekîlên wan ku tê gotin di deftera Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim hatiye desteserkirin û ji ber ev bûye hêcet xwestin biryara bo guhdariya li Gulser were dayîn. Parêzeran got hê jî doza Gulser jê tê darizandin bi encam nebûye û ne mimkin e ku deftera Gulser a 13 sal berê bibe mijara sûc. 
 
Dadger daxwaza parêzeran qebûl kir û biryar da ku Gulser di danişîna were de bê guhdarîkirin. Heyeta dadgehê her wiha daxwaza dema zêde ya parêzeran a ji bo parastinê qebûl kir û danişînê taloqî 2’yê sibatê kir.