ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2023'YAN

  • 09:00 17 Çile 2023
  • Rojev
 
*Hunermend û grafiker Asli Flîz a xwe weke jineke kurd a axa wê bûye çar parçe pênase dike dide zanîn ew di bin bandora erdnîgariya xwe de maye û wiha pê de diçe:"Li ser erdnîgariya me jî gul û roj hene em xêz bikin. Lê mixabin siya şer û komkujiyan destûra wê neda. Pêwîst dike ku hunermend jî hunera xwe weke çekekê li hemberî şer û komkujiyan bide bikaranîn." DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Pinar Yilmaza ku derbarê greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyan ve li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û tecrîda giran hatiye destpêkirin de axivî, got, " Berî ku girtî jiyana xwe ji dest bidin divê gav bê avêtin." DÎMEN HEYE
 
*Endama Koordîneya CDO’yê Hana Şiwan, diyar kir ku başûrê Kurdistanê di destê partiyên siyasî û êşîrên bi hêz de ne û ji ber wê dema jinek tê kuştin qanûn dereng dikevin meriyetê û got: "Divê li dijî kuştina jinan rêxistinên sivîl zêdetir kar bikin. Partiyên siyasî kujer û êrişkaran veneşêrin, pêwiste hikumet û dadgeh jî hîn cidî nêzî mijarê bibin." BI DÎMEN 
 
*Serhildana li rojhilatê Kurdistan û Îranê 4 meh li dû xwe hişt. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parêznameya xwe de li ser taybetmendiya rojhilatê Kurdistanê û Îranê rawestiya. Di nirxandina ku di parêznameyê de hatî kirin de encamek çawa di vê serhildanê de wê derkeve holê radixe ber çavan.