Li Strasbourgê çalakî ji bo serhildana li Rojhilat û Îranê hat lidarxistin

  • 08:17 17 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Zêdeyî 10 hezar kes ji çar aliyên Ewropayê li Strasbourgê li hev kom bûn û ber bi Parlamenta Ewropayê ve meşiyan. Çalakgeran ji Yekîtiya Ewropayê xwestin ku Muxafizên Şoreşê yên Îranê bixe nava lîsteya reş a 'rêxistinên terorê'.
 
Nêzî 12 hezar kes ji her devera Ewropayê roja Duşemê berê xwe dan Strasbourgê û li vê derê ber bi Parlamenta Ewropayê ve meşiyan. Çalakgeran ji Yekîtiya Ewropayê xwestin ku Muxafizên Şoreşê yên Îranê bixe nava lîsteya reş a 'rêxistinên terorê'.
 
Girseya gel ala Îranê hilda û ber bi Parlamenta Ewropayê ve meşiya ku civîna mehane ya parlamenteran lê dest pê kir.
 
Endamê navendî yê Parlamenta Swêdê Alîreza Akhondî ku xwepêşandan li dar xist, wiha axivî "Ji bo em dengê jin û mêr ên Îranî li Ewropayê bidin bihîstin û ji Parlamenta Ewropayê bixwazin ku li aliyê rast ê dîrokê be, em li hev kom bûne. Heta ku em nebin dengê wan, li Îranê şoreş pêk nayê."
 
Seroka Parlamenta Ewropayê Roberta Metsola dema ku hat ber navenda giştî ya saziyê, ji xwepêşandêran re got ku endamên Parlamenta Ewropayê bi wan re ne.