Rojnamegerê Îranî: Jinên wêrek mêr derxistin qadan

  • 10:35 16 Çile 2023
  • Rojane
 
ANKARA - Rojnameger Savaş Porgham çalakiyên ku 4 meh in li Îranê derbas bûne nirxand û got, “Jinên Îranî beriya niha gelek tişt bi rengekî ‘bêveger’ kirine û her hewldaneke wan şoreşek e. Têkoşîna bi biryar û wêrek a jinan zilam seferber kirin û daxistin qadan. Daxwaza guhertin û azadiyê ku gelê îranê dixwaze jêneger e.
 
Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin, 4 meh li pey xwe hiştin. Li aliyekî têkoşîna azadiyê ya jinan, li aliyê din jî ji ber gendelî, krîza aborî û gelek sedeman gel kolanan naterikîne. Tevî ku bi cezayê darvekirinê û îşkenceyê hewl tê dayin kesên ku beşdarî xwepêşandanan bûne bitirsînin jî, gel daxwazên xwe yên azadiyê dubare dike. Jinên Îranî ji Şoreşa Îranê ya sala 1979’an û vir ve bi awayên cuda li dijî zilma baviksalarî ya li ser xwe têdikoşin.  Ev serhildan di têkoşîna jinên Îranê de li dijî mêtîngeriyê, weke xaleke veguherînê ye. Diruşma “Jin, jiyan, azadî” hemû civak kir yek.
 
Serhildanê bandor li mêran jî kir
 
Ev çalakiyên ku bi pêşengiya jinan dest pê kirin, li tevhiya welat belav bûn û mêran jî piştgirî da. Zilamên ku dizanin heta jinên civakekê azad nebin zext û îşkenceya li ser civakê bi dawî nabe, ji bo têkoşîna xwe ya azadiyê jî têdikoşin. Yekane armanca jin û mêrên li Îranê ya hevpar feraseteke siyasî ya anîna azadiyê ye.
 
Me bi çav û nirxandinên rojnamevanekî mêr aliyê mêr û têkoşîna jinê xwest binirxînin. Rojnameger û akademîsyen Dr. Savash Porgham çalakiyên ku li Îranê 4 meh li dû xwe hiştine ji JINNEWS'ê re nirxand.
 
Daxwaza hepar: Azadî ye
 
Li gel çalakiyên gel û dawaza azadiyê ya gelên Îran hikûmeta Îranê kesên tevli çalakiyan dibin darve dike.  Dr. Savaş bal kişand ser vê xala girîng û got, “Tevî gelek îşkence, kuştin, mirin, sirgûn û zindanînkirin, Çalakiyên bi biryar ên kesên muxalîf li Îranê berdewam dikin û ev çalakî gelek tiştan vedibêjin.  Li gel têkoşîna jinan a bi biryar, di beşên cuda ên civakê de jî psîkolojiya tirsê hatiye derbaskirin.  Ev jî gelek girîng e. ji ber ku ev nîşanî me dide gel çima kolanan terk nake. Ji kîjan aliyê civakê dibin bila bibin ji ber ku her kes dixwaze azad bijî û mudaxele li şêweyê jiyana wan neyê kirin. Sedema gelên Îranê a li kolana ew e ku dibêjin azadî ji bo me ji nan û avê girîngtir e. Jinên li Îranê ji bo azadiya xwe têkoşînê didin û ne pêkan e ku ji vê gavê paşve biavêjin."
 
'Hikûmet ji bo ku hêrsê daxîne wê gavên sembolîk biavêje'
 
 Savash diyar kir ku niqaşa tunekirina Hêzên Îrşad divê mirov wekî paşve gavavêtina rejîma Îranê nenirxîne û wiha dirêjî  da axaftina xwe, "Divê mirov vê zelal bibêje; Wê îran derbarê şêweyê sergirêdana jinan de tu carî paşve gavê neavêje. Ji ber ku ev dijberî siyaseta rejîmê ye. Helbet ji kolanê kişandina polîsên ahlaqê ku jê re tê g otin Hêzên Îrşad gelek girîng û destkeftiyeke mezin e. Lê divê ev wekî ku wê rejîm ji şêweyê sergirêdanê yê jinan gavê paşve biavêje neyê destgirtin. Ji xwe di rojên borî de jî Serdozgerê Giştî ê Îranê ji hemû hêza polîsan re nivîsek nivîsî û got ku divê li dijî jinên serê wan vekirî pêkanînên cidîtir bên kirin. Raste wê îran ji bo ku hêrsa gel kêm bike hin gavan biavêje lê ew nayê wateya ku wê jin servekirî bikaribin jiyana xwe bidomînin."
 
'Çalakiyên jinan mêr derxistin qadan'
 
Savash diyar kir ku ew di dîroka Îranê de bûne şahidên gelek çalakiyan lê cara yekemên tevgera herî mezin a feminîst re tên rû hev û ev tişt got, "Piştî rejîma îslamî li Îranê hat ser kar, her di nava beşên civakê yên cucda de şermezarkirin berdewam bû. Civaka Îranê civakeke çalak e. Têkoşîna ku bi biryardarî ji aliyê jinan ve tê dayîn dibe ku li Rojhilata Navîn di salên dawîn de tevgera feminîst ya herî mezin be. Têkoşîna bi biryar a jinan li Îranê mêr jî derxistin qadan. Li hemberî helwesta rejîmê ya li dijî jinan ku nîvê civakê ne  ne pêkan bû ku mêr bêdeng bimînin. Ji ber ku mêr jî û jin jî her yek ji wan beşeke civakê ne. Jinên ku li kolanan êrîşî wan tê kirin, dayik, xwişk û heskirî û xizmên mêran e. Ji ber vê ne pêkan bû ku mêr vê ji nedîtî vebên. Herwiha êdî çalakiyên li Îranê tenê daxwazên jinan di nav xwe de nahewînin; bi pirsgirêkên aborî, gendelî, dizî û pergala bertîlê êdî bi giştî bûne çalakiyên li dijî rejîmê. Van pirsgirêkan jî tevlibûna çalakiyan a mêran zêde kir."