Hiqûqnasan ji bo rûniştina malbata Şenyaşar bang kirin

  • 10:00 16 Çile 2023
  • Hiqûq
 
Şehriban Aslan
 
RIHA/DÎLOK - Hiqûqnasan derbarê doza malbata Şenyaşar a wê sibehê li Meletiyê bê dîtin wiha gotin:"Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê daxwaza edaletê tê kirin. Piştgiriya ji bo rûniştina wê 17'ê Çileyê de bê dîtin girîng e."
 
Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê do di roja 678’an de berdewam kir. Ji ber ku di dawiya hefteyê de deriyê edliyeyê girtî ye, malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand. Dosyayên lêpirsînê yên derbarê bûyerê de wekî "cihê kar" û "nexweşxane" bi du awayî hat meşandin. Derbarê komkujiya li nexweşxaneyê de piştî 4 sal û 4 mehan iddianame hat amadekirin. Wê rûniştina yekem a dozê sibehê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin. 
 
Hiqûqnasan ji bo rûniştina malbata Şenyaşar bang kirin 
 
'Herî zêdejin lê xwedî derketin'
 
Endama Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Dîlokê Derya Bozkurt da zanîn ji roja Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dest pê kiriye heta niha herî zêde jinan piştgirî dane û wiha got:"Dema wekî jin em dest bi têkoşînê dikin em di wê ferqiyê de ne ku em ê bêtir bi zextan rû bi rû bimînin. Loma daxwaza edaletê ya Emîne Xanim hemû raya giştî eleqeder dike. Emîne Şenyaşar nîşanî me da ku serhildana jinê divê çawa dest pê bike. Têkoşîna Emîne Xanim di heman demê de têkoşîna jina ye. Derbarê dozê de jî lêpirsîneke berfireh nehat meşandin. Di pêvajoya lêpirsînê de biryara nepeniyê ji bo dosyaya Esvet Şenyaşar hat dayin. Kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê ji holê hatin rakirin. Her wiha tê gotin hatiye dizîn. Divê hemû raya giştî di vê mijarê de hestiyar tev bigere û xwedî li dozê derkeve. Divê herkes li rûniştina doza di 17'ê Çileyê de ango sibehê xwedî derkeve."
 
Banga xwedîderketina li dozê
 
Hevseroka OHD'ê ya Rihayê Meral Halat da zanîn tevî hemû zehmetiyan malbata Şenyaşar bi mehan e Nobeda Edaletê didomîne û wiha got:"Ji roja Emîne Şenyaşar dest bi Nobeda Edaletê kiriye gelek caran derbarê wê de lêpirsîn hatine destpêkirin. Bi kurê xwe Ferît Şenyaşar gelek caran hat binçavkirin. Muameleya ne baş li wan hat kirin. Nobeda malbatê dest pê kir ji gelek aliyan re jî bû sedema wêrektiyê. Dîsa nîşan da ku têkoşîn çiqas bi nirx e. Wê doza iddianameya derbarê nexweşxaneyê de bi hinceta ewlehiyê li Meletiyê bê dîtin. Em bang li parêzvanên mafên mirovan, aliyên hestiyar, raya giştî dikin ku li vê dozê xwedî derkevin."