Di dosyaya kujerê Sakîneyê de 8 meh in pêşketin tune ye

  • 09:01 16 Çile 2023
  • Hiqûq
 
ŞIRNEX - Îbrahîm Barkin ê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê, di 14’ê Gulana 2022'yan de Sakîne Kulturê qetil kiribû. Tevî ku di ser bûyerê re 8 meh derbas bûn jî derbarê dosyayê de tu pêşketin tune ye.
 
Li navçeya Silopî ya Şirnexê di 14’ê Gulana 2022'yan de Sakîne Kultur (40) bi rêbaza îşkenceyê qetilkirî, cenazeyê wê li ser rêya newala Bêspinê ya girêdayî bajarokê Tilqebînê ji hêla ajokarekî kamyonê ve hatibû dîtin. Di lêpirsîna ku derbarê kuştina Sakine de hatibû kirin de wekî gûmanbar Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin di 15’ê Gulanê de hatibû girtin.
 
Îbrahîm Barkin ku di heman demê de bi gelek bûyerên destdirêjiyê ketiye rojevê, berî vê bûyerê jî jina ku pê re hatibû zewicanin hewil daye ku qetil bike. Îbrahîm Barkin ê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê ye, bi ofîsa ku li navçeyê vekirî bi soza ku kesan bigire kar gelek jin tacîz kirine û ev jî bi awayekî sîstematîk kiriye. 
 
Tevî ku di ser bûyerê re 8 meh derbas bûn jî hina derheqê dosyayê de tu pêşketin tune ye û doz nehatiye vekirin û li ser dosyayê biryara nepeniyê heye.