ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN

  • 09:00 16 Çile 2023
  • Rojev
 
*Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol biryara bloqekirina alîkariya xezîneyê ya partiya xwe nirxand û wiha got: “Em bi pratîkeke ku bi armanca bêdengkirin û çewisandina siyaseta demokratîk re rû bi rû ne.” BI DÎMEN
 
*Li Wanê welatiyên ji ber bihabûna bênavber tê kirin nikarin ji bo zivistanê sotemeniyê bigirin diyar kirin ku xurekê xwe jî yeko yeko an jî bi graman digirin û her wiha bi lêv kirin ku berpirsê vê desthilatdarî ye. DÎMEN HEYE
 
*Hiqûqnasan derbarê doza malbata Şenyaşar a wê sibehê li Meletiyê bê dîtin wiha gotin:"Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê daxwaza edaletê tê kirin. Piştgiriya ji bo rûniştina wê 17'ê Çileyê de bê dîtin girîng e."
 
Rojnameger Savaş Porgham çalakiyên ku 4 meh in li Îranê derbas bûne nirxand û got, “Jinên Îranî beriya niha gelek tişt bi rengekî ‘bêveger’ kirine û her yek ji wan bi rengê xwe şoreşger e. Têkoşîna bi biryar û wêrek a jinan zilam seferber kir û daket qadan. Daxwaza guhertin û azadiyê di hundirê Îranê de êdî ne mimkûn e ku vegere.