Kongreya 9’emîn a Kongreya Star hat lidarxistin

  • 08:13 16 Çile 2023
  • Rojane
HESEKÊ - Rêxistina Kongreya Star a Rojava bi dirûşma “Bi ruhê têkoşîna şoreşa jinê, em ê serhildana jin jiyan azadî bi ser bixînin” 9’emîn Kongra xwe bi tevlîbûna hezar delegeyan li dar xist. 
 
Kongreya Star di salvegera damezrandina xwe ya 18’emîn de kongreya xwe ya 9’emîn bi tevlîbûna hezar delege û mêvanên ji rêxistin, sazî û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herî wiha bi gelek mêvanên wan ên ji Lubnanê kongreya xwe bi dirûşma “Bi ruhê têkoşîna şoreşa jinê, em ê serhildana jin jiyan azadî bi ser bixînin" li bajarê Hesekê li dar xistin. Her wiha pêkhateyên mîna Ereb, Sûriyan, Xiristayan, Ermen, Çeçen û kurdên Êzîdî beşdar bûbûn. Jinên ku beşdarî kongreyê bûne bi reng, çand, cil û bergên xwe reng dan kongreyê. Hola Kongreyê bi wêneyên pêşengên jin mîna Gulnaz Karataş, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Emîne Kara, Zeyneb Saroxan, Hediye Brahîm, Jiyan Tolhildan, Sara û Rûken hatibû xemilandin. Kongreya ku hatiye lidarxistin diyariya jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hate kirin. 
 
Kongre bi deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Rihan Loqo ve hate kirin ku Rihan di destpêkê de 18’emîn salvegera damezrandina Kongreya Star pîroz kir û wiha got: “Em Kongreya xwe ya 9’emîn di serî de li Rêber Apo û hemû jinên têkoşer û azadîxwaz pîroz dikin. Em beşdarbûna jinan a ji vê kongreyê re pîroz dibînin û silavên xwe yên germ ji şervanên azadiyê re dişînin. Her wiha em hemû pêşengên xwe yên jin bi bîr tînin û em ê bibin şopdarê riya wan. Îro Kongreya me bi dirûşma “Jin jiyan azadî” tê lidarxistin ku ev dirûşme bûye gerdûnî. Em vê kongreyê diyarî jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dikin ku em ê her li pey doza serhildana we bin. Herî dawî ez dibêjim soza ku me daye Rêber Apo û bi hezaran şehîdan em ê xeta we dewam bikin û azadiya jinê misoger bikin.”
 
Piştî axaftina vekirinê perspektîfa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji aliyê Nergîs Îsmaîl ve hate xwendin. Her wiha sê sînevîzyonên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li ser şoreş û têkoşîna jinên cîhanê û kar û xebatên Kongreya Star ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane meşandin hate pêşandan. Her wiha bi riya sînevîzyonê peyamê jinên cîhanî hate parvekirin. Paşê rapora du salan a Kongreya Star hate xwendin. Rewşa rêxistinî hate nirxandin. Di heman demê de hevpeymana Kongreya Star hate xwendin û guhertin û veguhertin hatin kirin. Paşê hilbijartin pêk hat û 7 kes weke Koordînasyona Kongreya Star a Rojava hatin hilbijartin.
 
Axaftina dawiyê ya Kongreya 9’emîn a Kongreya Star ji aliyê Endama Koordînasyona Herêma Efrînê Gulê Mihemed ve wiha hate kirin: “Îro ev kongre bi kelecan û tevlbûna bi hezaran jinan pêk hat ku em vê kongreyê li Rêber Apo û hemû şehîdên xwe pîroz dikin. Bi kombûna jinan serkeftin diyar dibe ku em ê serkeftina xwe tacîdar bikin. Ji bo Rêber Apo ku ev 24 sal in di girtîgeha Îmraliyê de ye divê em şev û roj têbikoşin heta em azadiya fizîkî yê Rêber Apo pêk bînin. Îro dijminê kurdan ji her alî ve êrîşî jinan û azadîxwazan dike, daxwaz û armanca wan a sereke ew e ku îradeya jina azad bişkîne û destkeftiyên wê ji destê wê bigire. Îro ev Kongre nîşan dide ku êrîşên dijmin vala ye û yekîtiya jinan dê bi ser bikeve. Herî dawî jî daxwaz û armanca me ya sereke ew e ku em bi Rêber Apo re jiyanek azad bijîn.”
 
Kongre bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.