Bi hezaran kes ji bo Rosa Luksembûrgê meşiyan

  • 20:47 15 Çile 2023
  • Rojane
BERLÎN- Li paytexta Berlîna a Almanyayê, bi tevlibûna hezaran kesî ji bo Rosa Luksembûrg û Lîebknecht ku di 15’ê Çileya 1919’an hatin qetilkirin û Lenîn yê 21’ê Çileya 1924’an jiyana xwe ji dest da, meş hat lidarxistin.
 
Bi hezaran kes li Frankfûrt Torê hatin gel hev û berbi Goristana Sosyalîstan ve meşiyan. Bibîranîn, ji sala 1996’an heta niha tê kirin. Di meşa îsal de peyam li dijî şer û mîlîtarîzmê hatin dayîn. Ji xeynê partiyên çepgir saziyên Tirkiyeyê û Kurdistanî jî bi pankartên xwe tevli meşê bûn.
 
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) û Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) ku tevli çalakiyê bûn, peyam dan ku xelasiya gelan bi şoreş û sosyalîzmê û têkoşîna rêxistinbûyî ye.  
 
Yekîtiya Hêzê ya Şoreşger a Ewropayê (ADGB) bi pankartên Ecevît Pîroglû yê şoreşgerê enternasyonalîst ku Sirbistan dixwaze radestê Tirkiyeyê bike, di meşê de cih girt. 
 
Korteja TCŞ û TêkoJIN’ê jî rengîn bû. Aktîvîst bi al û pankartên xwe tev li meşê bûn. Dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ di meşê de hat berzkirin. Gul û çeleng li Goristana Sosyalîstan hatin danîn.