Ingîlistanê Payize Mehmud xelat kir

  • 16:55 15 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Payize Mehmud li Ingîlistanê bi kampanyaya xwe ya di derbarê ‘rêgirtin û dawîlêanîna zewicandina zarokan’ de, xelata kampanyaya herî baş girt.
 
Payize Mehmud li Ingîlistanê bi kampanyaya xwe ya di derbarê ‘rêgirtin û dawîlêanîna zewicandina zarokan’ de, xelata kampanyaya herî baş girt. Jina Kurd Payize Mehmud li Herêma Kurdistanê ji dayîkbûye û niha li Ingîlistanê dimîne. Her wiha xwedî dîplomeya beşa derûnasiyê ya zanîngehê ye. Fikra kampanyaya xwe ji çîroka jiyana xwe û hemû jinên ku di temenek biçûk de hatîn zewicandin girtiye. Ji ber ku Payize Mehmud bi xwe di temenê 16 salî de bi zortî hatiye zewicandin. 
 
Payize Mehmud bi kampanyaya xwe ya ku di derbarê ‘rêgirîtin û dawî lêanîna zewicandina zarokan’ de pêk anî, li Ingîlistanê xelata kampanyaya herî baş ya salê girt.
 
Payize di dema wergirtina xelatê de kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Jiyana min bi xwe di kampanyayê de hebû. Karên min ên hîn baştir ji bo başkirina rewş û jiyana her jinekê ku li kûderê be wê berdewam be. Hevkarî û hevgirtina rêxistinên jinan ên li Ingîlistanê cihê destxweşiyê û sedema serkeftina kampanyayê bû.”
 
Niha Payize Mehmud bûye deng û rengê hemû zarokên ku di temenek biçûk de hatîn zewicandin û hewl dide ku dawî li vê yekê bîne.