Li Kobanê êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

  • 16:42 15 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî şervanên azadiyê şermezar kirin û ji bo darizandina sûcdaran banga avakirina komîteyek lêpirsînê ya navneteweyî kir.
 
Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî şervanên azadiyê şermezar kirin. Meclisê têkildarî mijarê li pêşiya Dîwana Edaleta Civakî ya li Kobanê daxuyaniyek da. Daxuyaniya ku hejmarek hiqûqnas tevli bûn, ji aliyê parêzer Îsmet Ehmed ve hat xwendin.
 
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta Tirk ji beriya 2022`yan de û heta niha li gelek herêmên Kurdistanê li dijî welatî û şervanên ku gelên herêmê diparêzin, çekên qedexekirî bi kar tîne û aliyên navneteweyî li hember van êrişan bêdeng in. Ev yek binpêkirina hemû qanûnên mirovî û pîvanên navneteweyî ye."
 
Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û hemû rêxistinên ku banga parastina mafên mirovan dikin, hat kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk berpirsyariyên xwe yên hiqûqî û mirovî bînin cih, ji bo darizandina sûcdaran komîteyek lêpirsînê ya navneteweyî ava bikin.”