Jinan damezrandina Kongreya Strar pîroz kir

  • 10:58 15 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan salvegera damezrandina Kongreya Star pîroz kirin û diyar kirin ku Kongreya Star bi têkoşîna xwe îradeya jinan derxistiye pêş.
 
Gelek rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojhilat, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê bi peyamên xwe salvegera damezrandina Kongrey Star a di 15'ê Çileya 2005'an de hat avakirin, pîroz kirin.
 
Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
 
Endama Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Seroka Yekîtiya Jinên Sûriyeyê Corcêt Bersomo diyar kir ku Kongreya Star rêxistina sereke ya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û destnîşan kir ku ji destpêka şoreşê ve îradeya jinan bi xebatên xwe derxistiye holê.  Corcês diyar kir ku Kongreya Star di perwerdehiya jinan de jî roleke girîng dilîze û destnîşan kir ku di encama van perwerdeyan de jin di qadên leşkerî, dîplomatîk û civakî de pêşengiyê dikin. Corcêt diyar kir ku ew bi hêvî ne ku hemû jin têkoşîna xwe di vê astê de bidomînin.
 
RJAK: Sembola têkoşînê ye
 
Endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Bano Helebce jinên Rojava yên ku bûne sembola têkoşîna gelê Kurd li hemû cîhanê silav kir. Bano Helepçe bi bîr xist ku Kongreya Star di çarçoveya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de hatiye avakirin, xwest di sala nû de bibe dengê hemû jinên cîhanê.
 
TJK-E: Ji jinan re bû mînak
 
Endama TJK-E Kezban Dogan jî diyar kir ku Kongreya Star xwe dispêre Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê û got ku ew bi Şoreşa Rojava re bûne mînak ji bo hemû jinên Sûriyeyê. Kezban diyar kir ku Şoreşa Rojava ya ku weke şoreşa jinê tê pênasekirin, ji hemû jinên cîhanê re pêşengî kiriye û destnîşan kir ku weke jinên Kurd ên li Ewropayê ew jî Kongra Star ji xwe re mînak digirin.
 
KJAR: Têkoşîn li ser esasên Kongra Star dimeşe
 
Endama Komalên Jinên Azad ên Kurdistanê (KJAR) Kejal Şêx Mihemedî hemû endamên Kongreya Star silav kirin û diyar kir ku ew weke jinên Rojhilat têkoşîna Kongreya Star ji xwe re mînak digirin. Kejal diyar kir ku têkoşîna jinan a  Rojhilat li ser şopa Sakîne, Bêrîtan, Zîlan Pepolî, Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û li gorî rêgezên Kongra Star pêk hatiye.
 
Civaka Jinên Zenûbî: Çareserkirina pirsgirêkan
 
Endama Rêveberiya Koma Jinê ya Zenûbiya Nesrîn Mihemed diyar kir ku Kongreya Star çareseriya hemû pirsgirêkên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Nesrîn bi bîr xist ku avakirina hemû rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha fikra Kongra Star hatiye avakirin û got, "Bi berxwedana Kongreya Star re jin tevlî hemû qadên jiyanê bûne."