ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN

  • 09:00 15 Çile 2023
  • Rojev
 
* Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas, diyar kir ku ligel şert û mercên kêm a li Girtîgeha Jinan a Amedê Kovara Tûrik hatiye amadekirin û got: "Me pelên spî kir nav ava çay û qeyweyî. Rengê pelan dema guherî me zûha dikir û piştre me li ser nivîsên xwe nivîsî. Hevalên me yên xêzker jî wêneyan xêzdikir. Ev kovar jî bi awayek komûnal hat amadekirin.” BI DÎMEN 
 
*Piştî vê geşedana girîng em hinek biçin paşerojê û hişê xwe teze bikin. Tê bîra we di pêvajoya çarserî û diyalogê de beriya pêvajoya hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an li welat ba û bahoza HDP’ê serê xwe girtibû û diçû. Ev bahoz wisa tund bû her tişt paqij dikir. Yek ji kesên bû wesîleya vê çapemenî bû. MEDYA KRÎTÎK
 
*Mêrê ku li Manîsayê di dîrokên cuda de sê jin qetil kir, di pandemiyê de bi efûyê ji girtîgehê derketibû. Jinan diyar kirin ku ev bandora polîtîka bêcezahiştinê ya dewletê ye û got divê piştevaniya jinan zêde bibe. BI DÎMEN 
 
*Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Jinan a Şakranê didome. Parêzer Şukran Ozturk a bi girtiyan re hevdîtin ki diyar kir ku li girtîgehê gelek binpêkirinên mafan hene û got: "Girtiyan diyar kirin ku divê dengê wan ji aliyê rayagiştî ve bê bihistin.” BI DÎMEN 
 
*Binevş Agal ango Berîvan li Cizîra Botanê yek ji sembola berxwedanê ye. Piştî Binevşê jinên Botanê bi çirûska serhildana wê tevlî têkoşînê bûn û bi navê Berîvanê azad bûn.