Şebnem Korur: Têkoşîn û piştevaniyê hevdîtina me pêk anî

  • 21:30 14 Çile 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ji ser hesabê xwe yê çapemeniya dîjîtal peyama ‘Bi piştevaniya ku rêhevalên min hûnand, têkoşîna me ya bi cudahiyan dewlemend bûye, li pişt dîwaran hevdîtina bi we re pêk anî.”
 
Seroka Konseya Navenda Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ku ji ber bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve li hember Avaşîn, Zap û Metîna hatibûn bikaranîn, nirxandibû hat girtin , ceza lê hat birîn û tahliye bû. Şebnemê li ser hesabê xwe yê çapemeniya dijîtal peyamek parve kir.
 
Peyama Şebnemê wiha ye: “Dostên Hêja, di malbata mirovahiyê de yên pê re ketime diyalogê, di vê pêvajoyê de ne ligel we bim jî  yên dilê wan ligel min, li derveya rêxistina min ya pîşeyî Yekitiya Tabîbên Tirk û Komeleya Mafê Mirovan, bi piştevaniya ku rêhevalên min hûnand, têkoşîna me ya bi cudahiyan dewlemend bûye, li pişt dîwaran hevdîtina min ya bi we re pêk anî. Ji ber hinek derent atapteyê rîtma jiyanê bûm, bersivandina piştevanî, hêvî û kêfê hinek dem girt. Ji kerema xwe re bêdengiya min efû bikin!Em di 18’ê Çile de li Enqereyê bi dostan re bên gel hev. TTB rêxistina pîşeyî ya me hemûyane û başe ku TTB heye.”