Kongreya Star: Damezrandina Kongreya Star bi jin jiyan azadî tacîdar bû

  • 16:24 14 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera damezrandina Kongreya Star li tevahî jinan pîroz kir û got:"Dîsa em dibêjin felsefeya Jin jiyan azadî ku bûye formulek efsanewî wê riya çareseriyê ji hemû aloziyên jiyanê re veke."
 
Yekitiya Star di 15’ê Çileya 2005’an de hat damezrandin, bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re Yekitiya Star gavên mezin avêt û dikaribû bi mezinbûna xwe tevahî jinan hembez bike ku ji Yekitiya Star derbasî Kongra Star bû. Bi boneya salvegera damezrandina Rêxistina Kongreya Star, Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku 18’emîn salvegara damezrandina Kongreya Star bi dirûşma jin jiyan azadî tacîdar bûye.
 
Daxuyaniya ku hat dayîn wiha bû:
 
“Di vê rewşa hestiyarî de ku cîhan tevahî di nava aloziyeke pir mezin de ye em jî parçeyeke ji vê aloziyê ne û herî zêde bandora xwe ev 10 sal zêdetir didomîne ji ber em weke Sûriyeyê, bi taybetî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşeke jê ne. Di vê pêvajoya ku her diçe girantir dibe û ji hemû milan ve alozî kûrtir dibe, em weke Rêxistina Kongreya Star bi rêxistinkirina jinan di nava hemû qadan de, hişmendiya xwebûn, azadîxwazî û xweparastinê bi hemû rê û rêbazan didin vejînkirin. Di heman demê de me dikaribûn bi hemû fikrên xwe li hemberî polîtîkayên serdestan helwestê bidin nîşandan. Ev helwest bi sekna jinan a sala 2022’yan diyar bû, bi dirûşma “Jin jiyan azadî” ku di serhildana Rojhilatê Kurdistan û tevahî Îranê de, di şexsê Jîna Emînî de û bi pêşengiya jinan hişt ku heya roja îro ev serhildan berdewam bike û bi demê re veguhere meşa azadiya jinan a bênavber.”
 
‘Bedelên pir giran hatin dayîn’
 
Di berdewama daxuyaniyê de êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin û cangoriyên jin ên ku di sala 2022’yan de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn û wiha hat gotin: “Di sala 2022’yan de herêm û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrîşên pir mezin, li hemberî vê yekê berxwedaniyeke bêhempa hat meşandin û di encama van êrîşan de windahiyên pir mezin çêbûn. Bi taybetî jî di asta pêşengan de. Bedelên pir giran hatin dayîn di şexsê şehîdên qehreman ku bûn sembola berxwedana cewherî ya jinan mîna Zenyeb Saroxan, Hediye Brahîm û hemû şehîdên pêşeng ên jin ên vê salê de ku bûn armanca êrîşan, Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr, Barîn, Zîlan, Bêrîvan, Nagîhan, Delal, Sosin, Nûjiyan, Mizgîn Rojhilat, şehîdên Gurza Gelan, Şehîdên komkujya Parîsê ya yekemîn Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, komkujiya Parîsê duyemîn Emîne Kara ku em bi minetdarî wan bi bîr tînin.”
 
Îdiayeke bi hêztir û hişmendiyeke xweparastinê
 
Di dawiya daxuyaniyê de salvegera damezrandina Kongreya Star li tevahî jinan hat pîrozkirin û daxuyanî wiha hate bidawîkirin: “Berxwedana jinan ya li tevahî cîhanê heyî bingeha xwe ji nerazîbûnên li hember hişmendiya netew-dewletê digire û li ser vê bingehê têkoşîna me jinan bênavber didome heya bidestxistina mafê xwe yê xwezayî ku bi zorê  hatibûne girtin. Di 18’emîn salvegera Rêxistina me Kongreya Star de, dîsa bi helwesteke xurtir, îdiayeke bi hêztir û hişmendiyeke xweparastinê em ê projeya xwe ya ku armanca wê azadkirina tevahî jinan ji zilm û zordariyê û avakirina civakeke li ser hîmên demokrasî, azadî û wekheviya zayendan e pêk bînin. Ev yek encax bi hevgirtina jinan li tevahiya cîhanê û bilindkirina asta tekoşînê li ser erdê em dikarin pêk bînin. Dîsa em dibêjin felsefeya Jin jiyan azadî ku bûye formulek efsanewî wê riya çareseriyê ji hemû aloziyên jiyanê re veke. Bi ve wesîleyê em 18’emîn salvegera rêxistina xwe Kongreya Star pîroz dikin.”