Raperîna 'Jin jiyan azadî' didome

  • 14:16 13 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî kuştin, darvekirinan jî serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bê navber dewam dike.
 
Serhildana "Jin jiyan azadî" ya li rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike. Bi taybet hêrsa gel ya dijî darvekirinên xwepêşanderan roj bi roj mezin dibe.
 
Li gorî daxuyaniyek Navenda Raperînê ya Gelê Şoreşgerî ya Kurdistanê, ji bo balê bikêşin ser darvekirinan, wê îro li ser torên civakî kampanyayek were destpêkirin. Tê gotin di saet 20:00’an de wê dijî darvekirinan kampanya despê bike.
 
Herwiha 500 çalakvanên siyasî, sivîl, akademesyen û rojnamevan bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşanî cezayên darvekirinan dan. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Em banga rawestandina tundiya sîstematîk û dawî anîna cezayê darvekirinan ya li ser xwepêşanderan dikin. Bang li rayedarên dewletê dikin rumeta welatiyan biparêzin.”
 
Hêjayî gotinê ye heya niha dewleta Îranê cezayê darvekirinê bi ser 112 kesan de biriye û heya niha 4 kes hatine darvekirin.
 
Tevî hemû nerazîbûnan jî dewleta Îranê ti gavek ji bo demokratîkbûna welat navêje. Li hemberî vê tevî girtin, darvekirin, êkenceyê jî gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê li kolanan in.