ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN

  • 09:00 13 Çile 2023
  • Rojev
 
*Hevseroka Mala Êzidiyan a Rojavayê Kurdistanê Leyla Mahmo di nirxandinên xwe yên li ser aqubeta jinên êzidî yên hatine revandin de wiha got: “Dema mijar germ bû gelek pêkhate û welatan soz dan me. Lê kesî soza xwe negirt. Bi qasî 6 hezar û 400 kes hatin revandin. Bi hezaran malbat wenda ne. Van welatana ger bixwazin ji bo wan dîtina van kesan hêsan e. Em nêzîkatiya Tirkiye û hemû pêkhateyên soza xwe negirtine, şermezar dikin.” DÎMEN HEYE
 
"Tevî em dibêjin ku nîvê dîroka cîhanê tê zanîn nîvê din jî tenê ji aliyê hinekan ve tê nivîsin, pirsa ‘Ya van kesan tiştên baş nivîsin’ mijara îtîrazê didomîne." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
* Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Amedê Yasemîn Uçer, diyar kir ku daraz ji ber ku bûye parçeyeke siyasî derbarê Peymana Stenbolê de ev biryar derket holê û got: "Lê em ê heta dawiyê xwedî li destkeftiyên jinan derkevin û sedsala 21'emîn bikin sedsala jinê. Em jî zextan natirsin." BI DÎMEN 
 
*Pakîzer Canbutle diyar kir ku ji ber pirsgirêkên aborî xizaniya wan girantir bûye û got: “Ev tişta em dijîN ne krîz, xizanî ye.” DÎMEN HEYE
 
*“Zaroka wek navê xwe kulîlk, zaroka xweşik. Zaroka tevî her tiştî bi înyat dikene. Zaroka bi înyat dikene…Ji ber her ku keniyaye xurt bûye Roza…”
 
*Tifaqa Ked û Azadiyê bi dirûşma ‘Em ê bihev re guherin’ wê di 15’ê Çileyê de li Qada Kartalê ya Stenbolê bi dirûşma "Em ê pêşî li ber xizanî, şer û zextan bigirin" mitînga xwe ya ewil a hevpar li dar bixe. Dê hevserok, serok û berdevkên pêkhateyên tifaqê tevlî mitîngê bibin.  Siyasetmedaran banga tevlibûna mîtîngê kirin û her wiha li ser têkoşîna yekbûyî sekinînin.  DÎMEN HEYE