'Divê em nerazîbûna li dijî tecrîda mutleq zêdetir bikin'

  • 16:55 12 Çile 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Rêxistina HDP’a Torbaliyê xwest ku polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê bi dawî bibe û wiha got: “Divê em nerazîbûna li dijî tecrîda mutleq û pergala îşkenceyê zêdetir bikin.”
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Torbali ya Stenbolê têkildarî polîtîkaya tecrîdê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da û piştre jî çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Ji tecrîdê re na, azadî ji bo girtiyan”, “Ji şer re na, aştî a niha” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. 
 
Di çalakiyê de Hevserokê HDP’a Torbaliyê Husnu Bîtîrmîş got ku îktîdar nîjadperestiyê bi dijminatiya li kurdan sor dike û ev tişt anî ziman: “Ji bo ku rejîma yekzilamî li ser pêyan bigire, nîjadperestî, mîlîtarîzm û zayenperestiyê pêş dixe û polîtîkaya şer û tundiyê kûrtir dike. Kesên li dijî van êrişan têkoşîna wekhevî û azadiyê didin jî tên girtin, binçavkirin û îşkencekirin. Dixwazin bi vê yekê wan bi tenê bihêlin û bêçare bikin. Bi kurt û kurmancî hewl didin bi rêya şer û tecrîdê tevahiya civakê bênefes bihêlin.” 
 
'Divê em nerazîbûna li dijî tecrîda mutleq zêdetir bikin'
 
Bi domdarî Husnu diyar kir ku sedema bingehîn a şert û mercên giran ên jiyanê polîtîkaya tecrîdê ye û wiha bi dawî kir: “Di pirsgirêka kurd de neçareseriyê ferz dikin. Hewl didin destkeftiyên gelê kurd tune bikin û pirsgirêka kurd weke pirsgirêkeke ewlehiyê dibînin. Lewma jî her cureyên êrişê heqî xwe dibînin. Gelek mînakên wê di dîroka me de hene ku kengî tecrîda li Îmraliyê giran bibe, siyaseta neçareseriya civakî jî kûrtir dibe. Lê dema bi Îmraliyê re hevdîtin tên kirin û deriyên guftûgoyê vekirî tên hiştin jî li Tirkiyeyê çanda demokrasiyê pêş dikeve. Lewma em dibêjin ku yên li dijî tecrîda li Îmraliyê derdikevin di heman demê de çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane diparêzin. Ev helwest her wiha tê wateya parastina pêşerojeke demokratîk. Ji ber vê jî divê em nerazîbûna li dijî tecrîda mutleq û pergala îşkenceyê zêdetir bikin.” 
 
Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.