Dibistanên Mexmûrê ketin betlaneya nîvê salê

  • 12:18 12 Çile 2023
  • Rojane
 
MEXMÛR - Xwandevanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi kelecaneke mezin karnameyên xwe girtin û ketin betlaneya nîvê salê.
 
Li wargeha penaberan a Mexmûrê bi gişti 5 dibistanên dayikê, 4 dibîstanên seretayi, yek dibistana Navîn û yek dibîstana Amadeyi heye û 3 hezar û 500 xendevan bi zimanê kurdî perwerde dibinin, xwedevanên wargeha Mexmûrê bi girtina karnameyên xwe ketin betlaneya nîvê salê. Li dibistana sereteyî ya Şehîd Mihemed Karasungur beriya ku merasîma karnedayînê destpê bike xwandevanan siruda netewî xwedin û piştre merasîma karnedayînê destpê kir. Di merasîmê de ji rêveberiya dibistana Şehîd Mihemed Karasungur mamosta Şerîfe Kara axivî.
 
Mamosta Şerîfe diyar kir ku xwedina bi zimanê dayîka xwe şanseke pir mezine û wiha berdewam kir: “Dema ku em lê dinêrin hûn di şert û mercên ewqas zehmet de li cihek wisa em bi zimanê dayikê dixwînin û dinivîsînin divê neyê ji bîrkirin ku ev bi saya Rêber APO, şehîd û rêxistina me ye. Ger îro em li vê derê dixwînin bi zimanê xwe ev jî ji bo dijminê me dibe bersiva herî mezin. Me demek derbaz kir, divê demê de gelek ji we di waneyên xwe de serkeftî bûn û hinek jî ji ber sedemên xwe nedayîna waneyên xwe di waneyên xwe de ketîbûn. Lê ji bo we derfeteke, şanseke li pêşiya we di bêhndana 15 rojî de hûn dikarîn ji bo dema dû hîn zêdetir di waneyên xwe yên ketî de bixebitin û serkeftinek hîn baştir bidest bixin.”
 
Piştre jî xwandevanên dibistana seretayî karnameyên xwe bi kelecan û keyfxweşiyek mezin girtin û ketin betlaneya nîvê salê.
 
‘Dijmin ne gihişt hedefa xwe’
 
Nûrê Kara ku yek ji mamostayên dibistana seretayî ye diyar kir ku li ruxmê êrişên dijmin wan perwerdeya xwe bi awayek serkeftî debazkir û got: “Dema yek xilas bû, bû betlaneya dema dû. Di destpêkirina dibistanê de gelek zorî û zehmetî hebûn, ji ber ku derûniya şerê taybet û şerê hewayî li ser wargehê hebû li ruxmê vê jî her xwandevan û mamosta bi awayek serkeftî destbi dibistana xwe kirin. Jixwe bi şerê taybet û derûnî dixwestin em perwerdeya xwe bi sernexin lê dijmin ne gihişt hedefa xwe, me bi awayek serkeftî dibistana xwe qedand. Herwiha mamosta û xwandevan jî bi awayek rêkûpêk beşdarî vê pêvajoya perwerdê bûn û ev rêbazên dijmin li ser me vale derxistin. Girêdana malbat û xwandevanan ji bo dibistanê pir baş bû. Ji bo wargehê şanseke ji ber ku bi zimanê dayika xwe dixwînin. Ev yek ji bo dijmin jî dibe xalek ya lê xistinê ku ji bo sernekevin. Ji bo ku dijmin li beramberî me sernekeve me bi îsrar bi zimanê xwe perwerde dît. Ji Gelê Kurd re jî dibe mînakek ji ber ku ji seretayî refa yek bigre heya amedeyî refa çar bi zimanê Kurdî dixwînin û ev jî serkeftineke ji bo Gelê Kurd e.”
 
‘Mirov bi perwerdê xwe û zimanê xwe nas dike’
 
Nûrê, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdê ji bo naskirina ziman û wiha berdewam kir: “Ev yek dihêle ku di nava civakê de em bi çanda xwe, zimanê xwe li ser piyan bigrin. Perwerde lingê civakê ye ku xwe li ser piyan bigre. Ger civakek neyê perwerde kirin, bi zimanê xwe ne xwîne ew civak nayê naskirin û em bi zimanê xwe pergala xwe sertêxin. Ji bo demê pêş ew e ku tu bêjî tu kî yî, ez kî me, ez li kuderê dijîm, armanca min çiye û ji ber çi li vê derê dijîm. Mirov di perwerdê de xwe nas dike, ji kuderê ye, zimanê me çiye vê perwerdê me bi serxist. Ji bo demê pêş em hewl didin ku hem wek mamosta hem jî wek xwandevan hîn pêşdetir bibin, hîn germtir, bi rêkûpêk û serkeftî destbi dibistana xwe bikin.”