Ayşe Gokkan: Ez mafê xwe yê redî dadger bi kar tînim

  • 09:06 12 Çile 2023
  • Hiqûq
AMED - Berdevka demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan, di parastina xwe ya beriya duyemîn danişîna dozê ya ku hat betalkirin de nivîsandibû û got: “Wergervan nedan, îdianameya min ji aliyê girtîgehê ve nehat dayîn, ji bo parastinê dem nehat dayîn, pirsgirêka SEGBÎS'ê derxistin û zext, tundî, bêhiqûqî, êrîş hwd derxistin pêşiya min. Ez jî parastinê nakim û mafê xwe ya redî dadger bikartînim." 
 
Di 2021’ê de 30 sal ceza li Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA)  Ayşe Gokkan hatibû birîn û piştî ceza ji aliyê Dadgeriyê ve hat xerakirin şûnde ji nûve doz hat dîtin. Yekemîn rûniştina dozê di 16’ê mijdara 2022’yan de hatibû dîtin. Rûniştina duyemîn jî wê di 18’ê çile de li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin.
 
Beriya danişîna di Mijdara 2022’yan de bê dîtin Ayşeyê di 11’ê cotmeha 2022’an de bi kurdî û tirkî parastineke cuda ya nivîskî amade kir. Ayşe di paraznameya xwe de wiha nêrînê xwe anî ziman. 
 
Ayşe di paraznameya xwe de wiha bal kişand ser serpêhatiyên xwe: 
 
"Ez aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) yê me. Ji destpêka darizandina min 27'ê çîleya 2021'ê heta niha mafê min ê darizandina adîlane hate xestpkirin. Ji bo ez adilane werim darizandin daxwaza min ê redî Dadger hewceye werê pejirandin. 
 
Wekî tê zanîn bi parastin darizandina adîlane bi peymanên netew û navnetew di bin temînetê de ye. Lê ez her dem ji bo ku jin-kurd-Kurdistanî me zimanê min ê zikmakî jî di dadgeha 9'emîn a Cezayê Giran de bi min re tune tê hesibandin. Dadgerê dadgehê, alîdar, pêşdarazî, tevgeriyaye. Katibê dadgehê ji bûye alîdar û tiştên ku di dadgehê de qewimîn objektîf nekir bin girtenameyê. 
 
Ez têkoşîna azadiya jinan didim. Bi nêrîna mêr a makezagon û xalên zagonan ya dewleta mêr (netew) parastina zagonên nêçirvaniyê dike li hemberê me jinan dixebite. Dadgeha dewleta mêr rolê nêçirwaniyê hildaye ser milê xwe xalên zagonan jî wekî tîr bikar tîne, rola nêçîrî yê jî daye jinê. Mêr bi navê hezkirin, evin… hwd. tîrê (kêr, çek, lêdan…) li ser dilê jinê dike çirik bi çirik xwîna jinê diherikîne û dewleta mêr wan diparêze.
 
Dîsa daraza ku rolê nêçîrvaniyê daye li ser milê xwe li gorî gotinên ser- nêçîrvan tevdigere. Ji çi re, ji kê/kî re bêje legal ji be dikare bêje îlegal e. Lîsta îlegal nêçîvan di demê de, dizanê tîrkevanê xwe (zagon û qanûn) ber ve wan dike. Ev her kêlî mumkune ku were guhertin. PKK ji berî hilbijartinê legal piştî hilbijartinên tê îlegalkirin (di Xaburê re gerila hat hevdîtinên Oslo, 3 û 5 sal an hevdîtinên li Îmraliyê, Peymana Stenbolê legal bû pişt re hemû îlegal bûn). Daraz jî ji bo AKP-MHP her dem bike serdest xwe saz dike. Di cîhanê de legal û îlegal tune. Hegemon ji bo ku hikumdariyê li cîhanê bikin wekî amûrekê afirandine. Wekî peyva “teror” xalên zagonan mafê me jinan ên darizandina adilane xasp dike, bi torê nêçîrên zayend-perest tîran di fikr û rêxistina me yê azad de diçikilîne, li gel xwe dibêje qey dê vîna jinê ya azad bike nêçîr… Bi vê dixwaze pengala zagonên mêr mayîn de bike.
 
Em jin bi hezar salan e li hember pergala mêr nêçîr û nêçîrvaniyê têdikoşin, îro ev wekî xalên zagona tê ber me.
 
Berê mêran, di dema çukan hêk çêdikir de aliyekî daristanê tor vedidan, çûk ku ji hêlûnê derdiketin difiriyan li toran diketin û paş de vedigeriyan. Çûkên ku li ezmanê azad nikaribûn bihatina girtin nêçîrên mêr, dema tor radikirin pişt re jî çûk ji bo ku demîn pê dan girtin di fira nizim de rehetir dibûn nêçîr. Bi vê kirê, nêçîrvanên ku cih û warên zindiyan (sewal, dar, însan) dagirker kirin, dilgirtî kirin û qetilkirin pesin dane xwe, xwe bi qabiliyet dihesibandin. 
 
Îro pergala baviksalarî ji bo em mafê xwe yê fikr û rêxistina azad bi vîna xwe yên azad bi kar nekin makezagon, xalên zagonan wekî pergala ku li daristanê bi toran hatiye rêxistinkirin li hember me dişixûlîne. Li me jinan zor dike ku em di bin zihniyeta dewleta mêr de, me bide fikrandin, bide biliv û kar kirin, jiyandin, bi darê zorê tefilkirin… hwd. Ji bo ku em bi vîna xwe ya azad biryarên xwe yê jiyanî negirin me dike dîl girtîn. Lê em bi rêbazên jin-jiyan-azadî sê qat azad difikirin û natirsin. Ne dewleta mêr bi pergala (daristanê) fêqê ne jî bi mafê me yê darizandina adîl xasp kirine nikare me ji firandina azad vegerîne. Em jin dizanin; Kêliya serî netewandinê kêliya destpêka jiyana azad e. 
 
Jina Mahsa Amînî li dijî zagonên mêrên nêçîrvan ji jinên efqanî, filîstînî, tirkiyeyî, kurdistanî û cihanê bû pîzot ket hewa-av-ax (a wan) jinên li dijî pergala dewleta mêr a nêr û nêçîrvaniyê serî hilda. 
   
Jin-Jiyan-Azadî li hember pergala pergala nêçirvaniyê ji heft qatê bi erdê derdikeve û heft qat azad şîn dibe û azad bifire.
 
Jin li dijî pergala dewleta mêr a nêçîr û nêçîrê serî hildan; em jî di zindanê de serî hildidin. Li dijî pergala nêçîr/nêçîrvaniya jinê, jiyan, azadî, em ji kûrahiya erdê heft qat derdikevin û heft qatên azadiyê difirin. Li zindanên îro veguherî kampên komkirinê; Em dibînin ku hemû beşên ku ji bo azadiyê serî hildane têne girtin (Jin, kurd, kurdistanî, asûrî, elewî, êzidî, astengdar, rojnameger, antî mîlîtarîst, ekolojîst, demokratên xwedî meylên zayendî yên cuda…)
 
Ji wan fikr û ramanên minak û dadgerê 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi liv û tevgerê xwe bi gotin û biryarên xwe bi helwesta xwe mafê min a darizandina edalane asteng kir. Dadgerê dadgehê ev tenê bi min sînor nekir. Heman deme de endamên malbata min jî qasî ku behişger bikeve xaf û qurf çêkir. Dîsa Parêzerên jin ku ji bo parastina min di salonê de bûn li wan heqaret kir û bang li polîsan kir, bi helwesta xwe ya tund, bi denge xwe parêzeran gef xwar ku wan bavêje derveyî salonê. Salona dadgehê bû salalona êrişan. Di pîvanê etik û berpirsiyariyê xwe zêdetir ew tewanbar kirin.
 
Parêzerên ku min bi vîna xwe ya azad daxuyand  (Parêzer Ozum Vurgun û Berfîn Gokkan) rastî cewisandina dadgerê dadgehê hatin û dadger hemû kiryarên xwe kir malê parêzêrên min û ew tewambar kirin ku sabotekirina parastina min bincil bike. Çawa ku li hember bi dehan însan û endamên darazê êrişê parêzeran kir, parêzeran tewambar kir. 
 
Ez bi tewanbarêyên ku di zagonan de tuneye hatim girtin. Têr nekir parêzerên min jî wekî min bi îdiayên bê bingeh hatin tewambarkirin.
 
Ji 27’ê çileya 2021’ê heta niha ez adilane nayêm darizandin. Girtina min bi hinceta ku ez neçûme dadgehê çêbû lê dadgeha 9’emîn ji min re ji bo dosyayê ku bûne yek tebligat neşand û di ser de ez tewambar kirim û girtim.
 
Gotin 'Dibe ku birêve', ez hatim girtin. Ji 28’ê çîleya 2022’yan heta niha li ber darizandina min bendavê çêdikin. Carek gotin em wergervan nadin, cakerî got SEGBÎS xirabeye,  îdianameya min bi aliye girtîgeha Amedê ya jinan ve hate astengkirin. Dema derêjkirinê ji bo parastinê nedan min. Herî dawiyê jî di salona dadgehê de bûyerên ku tu car naqewîme ji aliye dadgerê 9’êmîn a Cezayê Giran ve qewîmî û mafê min ê darizana adilane hat xespkirin. 
 
Wekî tê zanîn mafê darizandina adilane di bin garantiya peymana netew û navneteweyî de ye. Dîsa di makezagonên Komara Tirkiyeyê de bi xala 36,90’î û di CMK’ê de xala 25’an  û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de di xala 6’an, di Peymana Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyê de jî mafê kesayetiyê û polîtîk de xala 11’an de û xalên wekî wan de di bin temînatê de ye. Min ji wan peyman, xalên zagonan û makezagonê sûde negirt. Ji ber ku ez jin im, kurd im û Kurdistanî me. Rastî êrişê û cudakariyê hatim. 
 
Parêzerên min jî bi min re rastî cudakariya dadgehê hatin. Ez aktîvîst im, li dijî şîdeta li hemberî jinan têdikoşim. Parêzerên min di dadgehê de rastî tundiyê hatin, ez tiştên ku qewîmin tu carî napejîrînim û parastinê jî nakin. Ez mafê xwe ya redî dadger bikartînim."