ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN

  • 09:00 12 Çile 2023
  • Rojev
 
*Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy êrişên îktidara AKP-MHP’ê yên li dijî HDP’ê nirxand û got: “Îktidar bi qasî dixwaze bila êriş bike. Em ji gelê xwe piştrast in. Bi xebatên me li herêmê dane destpêkirin jî em gihiştin vê encamê. Wê bi bilokekirina hesabên me jî, tu encamê negirin. Em ê bi awayekî bi hêz di hilbijartinê de serkeftinê bi dest bixin.” DÎMEN HEYE
 
*Nûçegîhana MA'yê Ceylan Şahînlî ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne wihagot: “Her kes dizane ku hinceta darizandina me nûçegîhanî ye. Ev lingê darazê yê pêngava ku me ji qadan vekişînin bû.”
 
*Berdevka demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan, di parastina xwe ya beriya duyemîn danişîna dozê ya ku hat betalkirin de nivîsandibû û got: “Wergervan nedan, îdianameya min ji aliyê girtîgehê ve nehat dayîn, ji bo parastinê dem nehat dayîn, pirsgirêka SEGBÎS'ê derxistin û zext, tundî, bêhiqûqî, êrîş hwd derxistin pêşiya min. Ez jî parastinê nakim û mafê xwe ya redî dadger bikartînim." 
 
*Berrin Sönmez, diyar kir ku Peymana Stenbolê hê jî parçeyek ji hiqûqa navxweyî ye, pêşniyara hikûmetê ya di warê turbanê de nirxand û got, “Pêşniyar maf û azadiyan bisînor dike û dixwazin jinan li gorî xwe bi teşe bikin. Ev pêşnûmeya destûra bingehîn ji bo kesên ku xwestin xwe ji Peymana Stenbolê vekişînin e." DÎMEN HEYE