Der barê mirina Zerîn Kilinç de binçavkirin

  • 18:24 11 Çile 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Zerîn Kilinç ya li Eskîşehîrê biguman jiyana xwe ji dest da ji dosya wê mêrê bi navê Y.S hat binçavkirin.
 
Li navçeya Odunpazari ya Eskîşehîrê di 21’ê Hezîrana 2022’an de jina bi navê Zerîn Kilinç bi awayekî guman ji katê duyemîn yê avahiyekê de katibû û jiyana xwe ji dest dabû. Di çarçoveya lêpirsîna hat meşandin de hat hînbûn ku mêrê bi navê Y.S hatiye binçavkirin. 
 
Y.S piştî ku Zerînê jiyana xwe ji dest dabû hatibû binçavikrin lê ji aliyê dozgeriyê ve hatibû berdan. 
 
Hat hînbûn ku kar û barê îfadeyê yê gumanbar didomin.