Li Şebnem Korur Fîncanci cezayê hepsê birîn û tahliye kirin

  • 14:09 11 Çile 2023
  • Hiqûq
 
STENBOL - Seroka Konseya Navendî a TTB'ê Şebnem Kurur Fîncanci li gel 2 sal 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ku lê hat birîn hat tahliyekirin.
 
Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Pispora Tiba Edlî Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci a ku xwest bikarnaîna çekên kimyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve li başûrê Kurdistanê hatin bikaranîn bên lêkolînkirin û ji aliyê AKP-MHP'ê ve hedef hat nîşandan û hat giritn, 3 emîn Daneşîna Doza wê ya ku bi îdaya "propagandaya rêxistinê jê dihat darizandin li 24'emîn Dadgeha Cezayê Giran a li Çaglayana Stenbolê hat dîtin.  
 
Heyeta dadgehê piştî navberê biryara xwe eşkere kir û biryar da ku Şebnem ji ber sûcê "propagandaya rêxistinê" li Şebnemê  2 sal, 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê bê birîn û herwiha derbarê wê de biryara tahliyekirinê da.