74 rojnameger ji hêla Rejîma Îranê ve hatin girtin

  • 09:45 11 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî hemû zext û astengiyan, rojnamegerên serbixwe li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji dema destpêkirina serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ve ku nêzî çar meh in didome, di nava gel de ne. Hat diyar kirin ku heta niha li îranê 74 rojnameger hatine girtin. 
 
Li gorî rapora Malpera Feraz ji dema serhildanên rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, herî kêm 73 rojnamevan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin. Bi binçavkirina rojnameger Mehdî Beik re ev hejmar gihişt 74 rojnamegeran.
 
Yek ji sedemên destpêkirin û berfirehbûna serhildana ‘Jin jiyan azadî’ belavkirina nûçeya taybet a li ser rewşa Jîna Emînî ya li nexweşxane û şopandina merasîma oxirkirina cenazeyê wê ya ji aliyê du rojnamegerên jin ve bû. Vê yekê jî wisan kiriye ku ji destpêka serhildana gelan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve rojnameger bikevin ber cezayên herî giran ên rejima Îranê. Tê gotin ji dema destpêkirina xwepêşandanan ve herî kêm 74 rojnameger hatine binçavkirin.
 
Gihandina nûçe û zanyariyên rast bi raya giştî re, bûye sedem ji destpêka serhildanan ve rojnameger jî mîna xwepêşanderan bikevin ber kîn û cezayên desthilata Îranê û ji aliyê hêzên rejimê ve werin binçavkirin.
 
Ji rojnamegerên ku hîn di destpêka xwepêşandanan de hatin girtin jî Nîlufer Hamidî û Îlahe Mihemedî bûn. Yek ji wan ji ber nûçe li ser jiyan ji destdana Jîna Emînî ya li nexweşxaneyê çêkiribû, ya din jî ji ber çêkirina nûçeya veşartina cenazeyê Jîna Emînî hatine girtin. Her du jinên rojnameger heta niha bêy ku ti cezayek li wan were birîn, di girtîgehên Îranê de tên ragirtin.
 
Desthilata Îranê hîn zû tometa sîxûriyê xist ser her du rojnamegeran. Di roja 28’ê cotmeha 2022’yan de bi daxuyaniyek hevbeş, wezareta Îtlaeta Îran û Supayê Pasdarên Îranê her du jinên rojnameger bi sîxûrtiyê tometbar kirin. Îdiakirin ku ew ji aliyê dezgehên îstixbaratî ve hatine perwerdekirin. Li gor daxuyaniya Rêxistina Rojnamegerên Sinornenas, ji ber van tometan egera wê çendê heye ku cezayê bidarvekirinê li her du rojnamegeran were birîn.
 
Herî dawî roja 5’ê çileyê rojnamevan û edîtorê rojnameya Îtîmad Mehdî Beik ji aliyê hêzên Îtalatê ve hat binçavkirin. Binçavkirina Mehdî Beik piştî wê yekê hat ku hefteyek berî were binçavkirin, bi xizmên kesên di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatibûn binçavkirin re, hevpeyvînek weşandibû. Bi taybet jî bi xizmên kesên cezayê darvekirinê bi ser wan de hatibû birîn.
 
Debarê hejmara rojnamegerên ku ji destpêka serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine binçavkirin zanyariyên cûda tên belavkirin. Li gorî rapora Malpera Feraz ji dema serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, herî kêm 73 rojnamevan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin. Bi binçavkirina rojnameger Mehdî Beik re ev hejmar gihişt 74 rojnamegeran.
 
Hinek ji wan bi kefalet hatin berdan, lê piraniya wan hîn jî nehatine berdan.