1'emîn Konferansa Navenda Lêkolînan a Jineolojiya bi dawî bû

  • 09:44 11 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 1'emîn Konferansa Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya ku bi dirûşma "Ji têkoşîna Sakîne û Evînê heta Jîna, Zeyneb û Nagihanê Jin, jiyan, azadî" li Şehbayê hatî lidarxistin bi dawî bû. 
 
Li Şehbayê bi dirûşma "Ji têkoşîna Sakîne û Evînê heta Jîna, Zeyneb û Nagihanê Jin, jiyan, azadî" 1'emîn Konferansa Zanistî ya Navenda Lêkolînên Jineolojiyê li Kampa Serdem a Şehbayê duh hat lidarxistin bi dawî bû. 200 delege yên ku ji Kongra Star, Yekitiya Jinên Ciwan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk a Rojava (TEV-DEM) û jinên ji saziyên din pêk hatin beşdarî konferansê bûn.
 
Piştî nîqaşên li ser mijar û encamên lêkolînên Navenda Lêkolînên Jineolojiyê bi dawî bûn, komîteya amadekar a konferansê beşdar dabeşî 4 koman kir û werşeyên xebatê li ser cureyên tundiya li dijî jinan hatin avakirin, da ku xwe bigihînin bingehên çareseriyê ji bo gelek mijar û dozan.
 
Mijarên bingehîn ku 4 koman esas girtine, ev bûn; tundiya li dijî zarokan, pêşxistina hevgirtin û aboriya komînal, tundiya teknolojî, xurtkirina yekitiya jinan û dostaniya bi jinan re.
 
Piştî nîqaşan beşdaran gelek xal destnîşan kir û ev in; "Destpêkirina kampanyayên neteweyî ji bo têkoşîna li dijî tundiya elektronîkî bi hemû şêweyên wê. 
 
Piştgirîkirina projeyên çandî yên (ciwanan) wek pirtûkxane yan projeyên xwendinê û pêkanîna wan ji bo lidarxistina semînerên lêkolînê û atolyeyên çandî li şûna bikaranîna teknolojiyê bi giştî û tevlêkirina nêzîkatiya zayendî di bername, kursên perwerdeyê û naveroka medyayê de ji bo jin û grûpên ciwanan da ku metirsiyên tundiya elektronîk li dijî jinan werin hişyarkirin.
 
Ji wê zêdetir jî dê navendên xurtkirina jinan di pisporiyên teknolojî de, ji bo xwe ji fezaya dîjîtal biparêzin, werin vekirin. Her wiha dê dewreyên perwerdekirina jinan beriya destpêkirina çi xebatekê werin vekirin."
 
Konferans bi stranên koma Hêva ya Kevana Zêrîn, dirûşmên silavkirina berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê û soza bilindkirina têkoşînê bi dawî bû.