Rûniştina Ayşe Gokkan di 18’ê çile de ye

  • 09:03 11 Çile 2023
  • Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYA - Piştî xerakirina 30 sal cezayê derbarê berdevka Demî ya TJA’yê Ayşe Gokkan de hatibû dayîn, şûnde doz ji nûve hatibû destpêkirin û runiştina duyem dê di 18’ê çileyê bê dîtin.
 
Di 2021’ê de 30 sal ceza li Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA)  Ayşe Gokkan hatibû birîn û piştî ceza ji aliyê Dadgeriyê ve hat xerakirin şûnde ji nûve doz hat dîtin. Yekemîn runiştina dozê di 16’ê mijdara 2022’yan de hatibû dîtin. Runiştina duyemîn jî wê di 18’ê ile de li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin.
 
Di 2021’ê de hat girtin
 
Ayşe Gokkan di 28’ê çileyê 2021’ê de hat binçavkirin û ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezya Giran a Amedê ve bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê û rêveberiya rêxistinî’ hat girtin û şandin girtîgeha Jinan a Amedê.
 
20’ê cotmeha 2021’ê de ceza lê birîn
 
Ayşe ku 35 salan di xebatên jinan, herêmî û netewî de cih girt,  li dijî tundiya li ser jinê têkoşîn meşand û her wiha şaredarî kiriye. Di 20’ê cotmeha 2021’ê de  bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ 12 sal, dîsa ji endamtiya rêxistinê 7 sal û 6 meh û  her wiha ‘alîkariya rêxistinê’  7 sal û 6 meh, ji ‘propaganda rêxistinê’ 3 sal bi giştî 30 sal ceza hat birîn. 
 
Parastina Ayşeyê
 
Ayşe Gokkan di salona rûniştinê de parastina xwe bi kurdî kir û bertek nîşanê ku xebatên TJA’yê sûc hatine hesibandin da û wiha vegot: “Ez TJA’yê wek av, hewa, ax dinirxînim. Ev îro li Îran, Afganîstan, Kurdistan, Meksîka, Filîstin û hemû cîhanê belav bûye.”
 
Ayşeyê da zanîn ku mafê parastina adîlane ji roja ewil de tê astengkirin û her wiha daxuyand ku li dijî jinan û serokên baroyan binpêkirina maf tê jiyîn.
 
Dadgeriyê biryar xera kir
 
Piştî dosya çû dadgeha jor, parêzerên Ayşeyê biryar birin temyîzê. 3’emîn Daîreya Ceza Dadgeriyê 30 sal cezayê li Ayşeyê hatiye birîn ‘bê pîvan û bê hevseng’ nirxand û biryar xera kir. Runiştin ji nûve hat dîtin û runiştina duyemîn wê 18’ê çile de bê dîtin.