ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN

  • 09:00 11 Çile 2023
  • Rojev
 
* Rojnameger Berîvan Altan ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne diyar kir ku wan ne bêdengî berxwedan tercih kirine, ji ber rastî nivîsîne hatine girtin. Berîvanê diyar kir ku sedema neamadekirina îdianameyan jî ji ber ku pêvajoya hilbijartinê de girtî bimînin tê kirin û wiha got: “Ez bang li rojnamegerên ku li dijî zextên li ser çapemeniya azad bêdeng dimînin dikim. Ger ku dixwazin di tarîtiyê bimînin azadî ya wan e.” 
 
* Berdevka HDP’ê Ebru Gunay derbarê ku Dadgeha Destûra Bingehîn hesabên xezîneyê yên partiya wan bloqe kiriye de axivî û diyar kir ku ev biryar ne rewaye û wiha got: “Wê gel xeta parastinê  li kolanan pêş bixînin. HDP rih e, HDP fikriyat e. Ev rih li hemû civakê belav bûye. Ji ber vê jî heta em nebêjin qedyaye, tiştek naqede.”  BI DÎMEN