Ji bo kesê ku jinan hedef digire parêzvan!

  • 19:30 10 Çile 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meleyê Mizgefta Melîke Hatun ya li Enqereyê, Halîl Konakçi bi axaftinên xwe yên ku jin hedef digirt hatibû rojevê û hat dîtin ku bi parêzvanan digere.
 
Jinên tundiyê dibînin û tevî ku gelek carî serlêdanan dikin, nayên parastin û ev yek her tim ji aliyê rêxistinên jinan ve tê rojevê. Lê meleyê Mizgefta Melîke Hatun ya li Enqereyê Halîl Konakçi ku bi gotinên xwe yên ku jin hedef digirt bû sedema bertekan, hat dîtin ku bi parêzvanan digere.
 
‘Kolan wek dukanên qesab in’
 
Halîk Konakçi  bi gotinên wekê ‘Wekheviya jin û mêr derew e. Kolan bûne wek dukanên qesab.  Bi dîtina goşt dilê me digere êdî’ jin hedef girtibûn û ev gotin bibûn sedema bertekên mezin.
 
Di vîdeoya di çapemeniya civakî de digere tê dîtin ku Halîk Konakçi  di têketina mizgeftekê de tê pêşwazkirin û yên ew diparastin jî polîs bûn.