Kongreya Star: Bila sala nû bibe hêviya rizgarkirina cihên dagirkirî

  • 15:47 31 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star bi munasebeta sala nû peyamek weşand û sala nû pîroz kir. 
 
Kongreya Star sala nû li gelê Kurd û gelên cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku sala nû bibe sala rizgrkirina hemû herêmên dagirkirî.
 
Di destpêka peyamê de berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî DAIŞ û êrişên dewleta tirk hat silavkirin û hat gotin: "Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi jin, mêr, zarok, ciwan û hemû pêkhateyên xwe re xeta neteweya demokratîk bipejirîne ku ji bo tevahî cîhanê zemînek danî ku bi aştî û aramî bijî."
 
Kongreya Star hêvî kir ku sala nû bibe sala hezkirin, aştî, rihê berxwedanê û got: "Ji ber ku em li pêşberî êrişên hovane ne, em bi hêvî ne ku sala nû bibe sala diyarkirina çarenûsê û rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî."