Nagîhan Akarsel li Amedê hat bibîranîn

  • 16:33 4 Cotmeh 2024
  • Rojane
AMED -  Bi pêşengiya TJA, MKG û Kovara Jineolojiyê ji bo rojnameger, endama Navenda Lêkolînê ya Jineojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagîhan Akarsel  bernameya bîranînê pêk hat. Seroka MGK’ê Roza Metîna di bîranînê de axivî û got: “Em ê xwedî li têkoşîn û daxwaza jinên ku ji bo gelê Kurd ji bo azadiya jinan têkoşîn daye, derkevin.”
 
Pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Kovara Jineolojiyê ji bo rojnameger, endama Navenda Lêkolînê ya Jineojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagîhan Akarsel  ku 4’ê cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê hat qeitlkirin bernameya bîranînê pêk hat. Bîranîn li Navenda Çanda Dîcle Firat pêk hat û geleksaziyên jina, parlamenterên DEM Partiyê, meclîsajinan a DBP’ê, nivîskarên jin, dayikên aştiyê, hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol tevli bûn. Beriya bîranînê bernameya îmzekirina pirtûka ‘bîhna kozê’ ya ku Nagîhan Akarsel nivîsî bû  hat kirin. Bîranînê de bê navber dirûşmeya ‘şehîd namirin’ hat berzkirin.
 
Piştre sînevîzyonek hat nîşandan. Di sînevîzyonê de hevalên Nagîhanê ew vegotin.  Piştî sînevîzyonê helbest hatin xwendin.
 
‘Di qada jîneolojî û rojnamegeriyê de xebatên giran hişt’
 
Piştre seroka MKG’ê Roza Metîna axivî û da zanîn ku Nagîhan jinek jîr bû û xebatê pir bi nirx meşandiye. Rozayê wiha domand: “Nagîhanê di qada rojnamegerî û jîneolojiyê de xebatên pir giran li pey xwe hişt. Her tim azadiya jinan dixwest. Ji bo yekitiya civakê, azadya jinan û tunebûna zîhniyeta mêr xebat meşan.Jiber vê bû hedef. Nagîhan ji ber wê bû hedef. Hat girtin. Lê li wir jî serî netewand. Nagîhanê di her qada jiyanê de cih girt. Yên ew qetil kirin berê jî jinek qetil kiribû. Yên jinan qetil dikin nayên cezakirin. Tên berdan. Yên Nagîhan qetil kirin nehatin darizandin. Ji ber nehatin darizandin Gulîstan Tara û Hêro Bahaddîn jî hat qetilkirin. Polîtîka bêcezahiştinê pêşî li komkujiyan vedike. Têkoşîna me wê li dijî zîhniyeta serdset ya mêr her tim bidome.”
 
Parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kaya jî axivî û da zanîn ku Nagîhanê bi pênûsa xwe di her qada jiyanê de bi terza jiyana xwe têkoşîna jinê daye û got: “Ji bo wê mijara herî girîng ev bû berxwedana jinê nîşanê cîhanê bide. Pênûsa xwe kiribû alava wê. Wek wê jî got berxwerdana jinan berxwedana gelane. Dewlet ji xeyalên jinan ditirsin. Yên Nagîhan qetilkirin di esasê de fikriyata Abdullah Ocalan hedef girtin. Ji ber vê jî ya dikeve ser milê me belavkiirina jîneolojiyê ye û xwendine.”
 
Bername bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.