Kongreya Star: Bila sala nû bibe hêviya rizgarkirina cihên dagirkirî 2022-12-31 15:47:05     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star bi munasebeta sala nû peyamek weşand û sala nû pîroz kir.    Kongreya Star sala nû li gelê Kurd û gelên cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku sala nû bibe sala rizgrkirina hemû herêmên dagirkirî.   Di destpêka peyamê de berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî DAIŞ û êrişên dewleta tirk hat silavkirin û hat gotin: "Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi jin, mêr, zarok, ciwan û hemû pêkhateyên xwe re xeta neteweya demokratîk bipejirîne ku ji bo tevahî cîhanê zemînek danî ku bi aştî û aramî bijî."   Kongreya Star hêvî kir ku sala nû bibe sala hezkirin, aştî, rihê berxwedanê û got: "Ji ber ku em li pêşberî êrişên hovane ne, em bi hêvî ne ku sala nû bibe sala diyarkirina çarenûsê û rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî."