Li herêma Çemço 14 caran çekên kîmyewî hat bikaranîn

  • 15:47 30 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Çemço 14 caran çekên kîmyewî û carekî jî bombeyên qedexekirî hat bikaranîn. 
 
Li gorî nûçeya Ajansa ANF'ê êrişên li hemberî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn a başûrê Kurdistanê didome. Di nûçeyê de hat destnîşan kirin ku di 29’ê kanûnê de li herêma Çemço ya navçeya Şêladizê ya Amediyê 14 caran bi çekên kîmyewî û carekî jî bombeyên qedexekirî hatiye bikaranîn.