Li herêma Çemço 14 caran çekên kîmyewî hat bikaranîn 2022-12-30 15:47:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Çemço 14 caran çekên kîmyewî û carekî jî bombeyên qedexekirî hat bikaranîn.    Li gorî nûçeya Ajansa ANF'ê êrişên li hemberî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn a başûrê Kurdistanê didome. Di nûçeyê de hat destnîşan kirin ku di 29’ê kanûnê de li herêma Çemço ya navçeya Şêladizê ya Amediyê 14 caran bi çekên kîmyewî û carekî jî bombeyên qedexekirî hatiye bikaranîn.