Doza Denîz Poyraz: Biryar hat eşkerekirin

  • 14:15 27 Kanûn 2022
  • Hiqûq
 
ÎZMÎR - Di rûniştina Doza Denîz Poyraz de, cezayê heta bi hetayê yê girankirî û 9 sal cezayê girtîgehê li kujer Onûr Gencer hate birîn.
 
Danişîna 7’emîn a doza kujerê Denîz Poyraz, Onûr Gencer ku jê tê darizandin dê li eywana danişînê ya Girtîgeha Alîagaya Îzmîre hat lidarxistin. Di rûniştina 7'emîn a dozê de biryar hate eşkerekirin.
 
Heyeta dadgehê ji ber sûcê "kuştina bi zanebûn" cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê, ji sûcê "zerardana li mal" 4 sal cezayê girtîgehê, ji sûcê "binpêkirina destnedana avahiyê" 2 sal cezayê girtîgehê û ji sûcê "binpêkirina qanûna çekan" 3 sal cezayê girtîgehê li kujer Onur Gencer birî.