Doza Denîz Poyraz: Biryar hat eşkerekirin 2022-12-27 14:15:29     ÎZMÎR - Di rûniştina Doza Denîz Poyraz de, cezayê heta bi hetayê yê girankirî û 9 sal cezayê girtîgehê li kujer Onûr Gencer hate birîn.   Danişîna 7’emîn a doza kujerê Denîz Poyraz, Onûr Gencer ku jê tê darizandin dê li eywana danişînê ya Girtîgeha Alîagaya Îzmîre hat lidarxistin. Di rûniştina 7'emîn a dozê de biryar hate eşkerekirin.   Heyeta dadgehê ji ber sûcê "kuştina bi zanebûn" cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê, ji sûcê "zerardana li mal" 4 sal cezayê girtîgehê, ji sûcê "binpêkirina destnedana avahiyê" 2 sal cezayê girtîgehê û ji sûcê "binpêkirina qanûna çekan" 3 sal cezayê girtîgehê li kujer Onur Gencer birî.