ÎHD'ê xwest girtiya nexweş Eylem Baş bê berdan

  • 16:19 26 Mijdar 2022
  • Rojane
STENBOL - ÎHD’ê di hefteya 557’emîn a çalakiya “Rûniştina F” de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Eylem Baş û banga berdana wê kir. Her wiha hat gotin Eylemê di nava mehekê de 5 kîlo dane.  
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 557’emîn a çalakiya “Rûniştina F” ku balê dikişinin ser rewşa girtiyan li ber avahiya komeleyê daxuyanî da. ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Eylem Baş a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin. Di çalakiya ku malbatên girtiyan tev li bûn de gelek parazvanên mafên mirovan jî piştgirî dan. Di çalakiya ku pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin” hate hilgirtin de, çalakvanan her tim dirûşmeyên “Bila Eylem baş bê berdan” , “Mirov bi mafên xwe mirov e” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” berz kirin. 
 
'Di nava mehekê de 5 kîlo dane' 
 
Seroka ÎHD'ê ya Şaxa Stenbolê Gulseren Yoleri, qala rewşa tenduristiyê ya girtiya nexweş Eylem Baş kir û wiha got: “Di girtina wê ya 18 salan de gelek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê pêş ketin. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê di nava mehekê de 5 kîlo dane û bi awayekî zêde bêhal dibe.”
 
'Eylem nabin nexweşxaneyê'
 
Gulseren, bi bîr xist ku bijîşkê girtîgehê ji bo pirsgirêkên tenduristiyê yên Eylem dijîn gotiye divê tedawî demildest bê destpêkirin û wiha got: “Baş ji bo bikare derkeve hevdîtina malbat û parêzeran qasî ku serûmê bidinê bêhal dibe lê tevî vê yekê jî pirsgirêkên dema sewqa nexweşxaneyê derdikevin nayên çareserkirin. Di mijara teşhîskirina teşhîskirin û tedawîkirina nexweşiyan de tu pêşketin çênabe.” Yolerî, bal kişand ser pirsgirêkên ku dema Baş sewqî nexweşxaneyê tê kirin dikişine û anî ziman ku dema Baş îtîrazî van pirsgirêkan kir wê nabin nexweşxaneyê.”
 
Banga tedawiyê hat kirin
 
Dûre kekê Baş, Ozgur Baş ê mafê axaftinê girt jî wiha got: “Rewşa tenduristiyê ya Eylemê her ku diçe ber bi xerabiyê ve diçe heke dereng bê mayîn wê encam gelek nebaş bin. Divê demildest tedawiya Eylemê bê destpêkirin.”
 
Gulseren, herî dawî destnîşan kir ku divê Eylem û hemû girtiyên din ên nexweş bên berdan û banga hestiyariyê li rayedaran û rayagiştî kir. Yolerî soza Wezîrê Dadê ya Bekîr Bozdag a têkildarî girtiyên nexweş de bi bîr anî.