Çalakiya xizmên windakiriyan hate astengkirin

  • 14:12 26 Mijdar 2022
  • Rojane
AMED - Çalakiya ku xizmên windakiriyan her hefte li dar dixin, bi hinceta biryara qedexekirina çalakiyan a Walitiya Amedê hat asteng kirin. 
 
Xizmên windakiriyan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 720’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê xwestin aqûbeta kûjerên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku di 28’ê mijdara 2015’an de hatibû qetilkirin bipirsin. Cigirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr jî tev li çalakiyê bû. Lê bi hinceta biryara qedexekirina çalakiyan a Walitiya Amedê polîsan çalakî asteng kirin û nehiştin çalakî bê lidarxistin.
 
Bertek nîşan dan
 
Li ser astengkirina polîsan jî girsê li ber baranê sekinî û belav nebû. Pişt re jî Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdûllah Zeytûn axaftinek kurt kir û bertek nîşanî astengkirina çalakiyê da. Abdullah, anî ziman ku bi hinceta biryara li dijî hiqûqê ya Walitiya Amedê çalakiya wan hatiye astengkirin û ev tişt gotin: “Bi gelek polîsan derdora çalakiyê hatiye dorpêç kirin. Çalakiya xizmên windakiriyan ku bi salan e her hefte li dardixin û têkoşîna dîtina xizmên xwe didin, îro hat asteng kirin. Me li dijî vê astengiyê gilî kir, em dê têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin. Em dê hertim piştgiriya tekoşîna xizmên windakiriyan didin, bikin. Em vê yekê weke biryareke biedalet nabînin.”
 
Tahîr Elçî bi bîr anîn
 
Li Êlihê jî Xizmên Windakiriyan û rêveberên şaxa ÎHD’ê di hefteya 555’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist û daxuyanî dan û wêneyên windakiriyan hilgirtin. Di çalakiyê de Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku di 28’ê mijdara 2015’an de hatibû qetilkirin hat bibîranîn.  Daxuyanî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.